4 sal derbas bû: Çapemeniya azad dengê xwe bilindtir kir 2020-10-29 10:36:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hewildana darbeyê bi KHK'yê yekemîn ajansa jinê ya Tirkiyeyê, JINHA jî di nav de 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê hatin girtin. Ji ser girtina 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê 4 sal derbas bû. Ji wê rojê heta niha dengê rojnamegeran her bilindtir bûn.    Piştî hewildana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an şûnde welat bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat birêvebirin. Di vê çarçoveyê de di 29'ê Cotmeha 2016'an de Rojnameya Azadiya Welat a bi kurdî dihat weşandin, Ozgur Gundem jî di nav de 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê hatin girtin. Bi vê yekê her çiqas hat xwestin xofek di dilê kedkarên çapemeniyê de bê avakirin jî lê dîsa jî kedkarên çapemeniyê gav paşde neavêtin.    Dezgehên weşanê yên çapemeniyê yên ji ser girtina wan 4 sal derbas bûn bi navên cuda xebatên xwe dewam dikin. Gelo ev Dezgehên weşanê yên çapemeniyê yên ji ser girtina wan 4 sal derbas bûn ji bo çapemeniya azad çi îfade dike?   JINHA ya ku negot 'ew ê mêr bêjin çi' û derket ser rê    JINHA wekî ajansa jinê ya yekem a herêmê û tirkiyeyê di 8'ê Adara 2012'an de hat vekirin. Bi vekirina JINHA'yê xeyalên Ayfer Serçe (Şîlan Aras) pêk hat.  JINHA 4 salan ji bo çapemeniya azad bû hilmek. Bi zimanê ku bi kar dianî lugateke nû xist nav çapemeniyê. JINHA ya ku li Mexmûr, Şengal, Amed, Rojava, Stenbolê tora xwe ya nûçegîhantiyê ava kir bû dengê hemû jinan. Bi taybet serîhildana Mexmûr, Şengal û Rojava ya ku DAÎŞ'ê êriş kir ji raya giştî re ragihand.    'JINHA hûn in'   JINHA'yê ragihand ku li qada çapemeniyê jin jî hene. Ji aliyekî jî bi zextan rû bi rû diman. Sîteya ajansê 9 carî hat astengkirin û nûçegîhanên ajansê li qadan bi gefxwarinê, destdirêjê û binçavkirinan rû bi rû hatin hiştin. Îktidara ku ev yek têr nedît dengê jinê JINHA girt. Lê belê kedkarên çapemeniyê yên JINHA'yê têkoşîna Gurbetelî Ersoz, Deniz Firat, Şîlan Aras didomînin. Bêyî ku bêjin 'ka mêrê bêje çi' dinivîsin û têkoşîna wan her dem ji nû de dest pê kir. Her derê ne dengê xwe bilindtir dikin.    Ajansa her rastî ragihand: Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) di 4'ê Nîsana 2020'yan de bi dirûşma "Em dest ji şopandina rastiyan bernadin' dest bi weşanê kir. Ajansê 14 salan tiştên ku li bajarên kurdan diqewimîn û medyaya girêdayî hukumetan nedixweste bibînin bi nûçeyan bi raya giştî re radigihand. Ji roja hat avakirin bû hedefa îktidarê. Ajansa gelek carî hat astengkirin, bi ser buroya wê de hat girtin, nûçegîhanê wê hat girtin û bi mirinê hatin tehdîdkirin. Li Mêrdînê zaroka 13 salî ya bi navê N.Ç ji aliyê polîs, leşker û memûrên dewletê jî di nav de ji aliyê 26 kesî bi tecawizê rû bi rû hat hiştin û ajansa ku ev yek cara yekem ji raya giştî re ragihand Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bû. Ajans 48 carî hat astengkirin. Îro jî DÎHA li dijî fermanên bi rêya KHK'ê tê dayin serî natewîne.    Kevneşopiya çapemeniyê ya li ser koka xwe: Ozgur Gundem   Rojnameya Ozgur Gundem di 30'yê Gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya Ozgur Gundem kevneşopiya rojnameya Yeni Ulke a di navbera 1990 û 1992'yan de heftane weşan dikir, dewam kir. Di salên 1992-1994 û 2011-2016'an de rojane û bi tirkî weşana xwe kir. Gurbeteli Ersoz bû gerînendeya weşana giştî ya Ozgur Gundem. Bi vê yekê Gurbeteli bû yekem gerînendeya weşana giştî ya tirkiyeyê. Gelek xebatkarên rojnameyê bûn qurbanê faîlî meçhûlan. Gelek hejmarên wê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê' hat komkirin. Gelek carî jî ofîs û buroyên rojnameyê bi êrişan rû bi rû hat hiştin.  Rojname di 14'ê Nîsana 1994'an de hat girtin û di 4'ê Nîsana 2011'an de dîsa dest bi weşanê kir. Di 16'ê Tebaxa 2016'an de bi ser buroyan Ozgur Gundem de hat girtin. Di 17'ê Tebaxê de Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta 'em serî natewîni' hat weşandin.    Yekem Rojnameya bi Kurdî: Azadiya Welat    Azadiya Welat di 15'ê Tebaxa 2006'an de dest bi weşena rojane kir. Cara yekem di 1992'yan de wekî heftane bi navê Welat weşan hat kirin. Azadiya Welat wekî berdewamiya Welat di 21'ê Çileya 1996'an de dest bi weşanê kir. Rojnameya heftane di 2006'an de rojane dest bi weşanê kir. Gelek xebatkarên Azadiya Welat gef li wan hat xwarin, hatin qetilkirin, hatin binçavkirin û girtin. Gelek carî cezayê girtinê xwar. Li Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê Vedat Kurşun 166 sal ceza hat dayin.    Bi hinceta îxbara bê esil di 28'ê tebaxa 2016'an de bi ser rojnameyê de girtin. 24 xebatkarên rojnameyê hatin kelepçekirin û binçavkirin. Rojname piştire bi KHK'ya di 29'ê Cotmehê de hat girtin.    Xebatkarên dezgeha çapemeniya azad a ku di 2016'an de bi KHK'ê hat girtin, têkildarî kevneşopiya çapemeniya azad de ji ajansa me re axivîn.    'Darbeyeke li dijî çapemeniyê bû'   Edîtora servîsa Kurdî ya JINHA'yê Munevver Karademîr da zanîn ku sazî li gor geşedanên Tirkiyeyê tê girtin û wiha got:"Civaka kurd ji xwe re kirin hedef. Bi vê re êrişî çapemeniya kurd kirin. Ev darbeyeke li dijî çapemeniyê bû. Piştî hewildana darbeya ku nebû hukumetê darbe li dijî civakê kir. Xwestin dengê civakê qut bikin. Îktidar ji bo xwe biparêze êriş kir. Herkes dizane çapemenî çavên civakê ye. Ji ber vî hawî êrişî çapemeniyê kirin. Di taybetmendiya xwe de li dijî çapemeniya kurd êrişek hebû. Loma ajans û rojname hat girtin. Ajansa jinê ya yekem JINHA hat girtin. Dîsa êriş li dijî Rojnameya Azadiya Welat a bi Zimanê Kurdî weşan dikir, hat kirin."    'Jinan rêya xwe dewam kirin'   Munevverê da zanîn ku bi rêya çapemeniyê dixwazin dengê Gelê Kurd qut bikin û wiha dewam kir:"Bi êrişan dixwazin bandoreke neyînî li ser civakê bikin. Gelek rojnameger tenê ji ber nûçeyên ku çêdikin tên girtin. Li dijî rojnamegeran êrişeke berfireh hat kirin. Lê negihaştin armanca xwe. Çimkî piştî sazî hat girtin jî rojnamegerên kurd xebatên xwe dewam kirin. Îro jî rojnamegeriyê dikin. Piştî JINHA'yê jinan ji xwe re saziyên alternatîf vekirin û rêya xwe dewam kirin. Îktidar dixwaze civkê li gor xwe dîzayn bike. Lê îktidar bi ser neket û em jî îro rêya xwe dewam dikin."   'Xwestin rojnemger dengê xwe nekin'   Mudura Karên Nivîsandinê ya DÎHA'ya hat girtin, Dîcle Muftuoglu anî ziman ku ji meseleyên niha li tirkiyeyê tên axaftin yek jê azadiya ramanê ye û wiha got:"Her roj rojnameyek tê girtin û xebatkarên wê tên binçavkirin. Niha rewşa wekî salên 90'î li pêş e. Hukumet herkesên ku mualefetê dike wekî 'terorîst' 'îlan dike. Xwestin rojnemger dengê xwe nekin û di 29'ê Cotmehê de DÎHA girtin."   'JINHA li cîhanê ajansa yekem a jinê bû'   Dîcleyê da zanîn ku ji bo saziyên hatin girtin saziyên alternatîf hatine vekirin û wiha dewam kir:"Niha ji sedî 99 medya di bin kontrola îktidarê de ye. DÎHA û JINHA ji bo vî welatî du ajansên girîng bûn. DÎHA'yê Komkujiya Roboskiyê derxist holê. JINHA li cîhanê ajansa yekem a jinê bû. JINHA bû dengê hemû jinan."   Nîşeya Edîtor: Munevver Karademir niha li ajansa me Jın Newsê ya di 25'ê îlona 2017'an de hat vekirin editora servîsa kurdî ye. Dîcle Muftuoglu editora servisa tirkî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ye.