'Jin bi afrînerî û berhemên destên xwe jiyanê zindî dihêle' 2020-10-29 09:04:53   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Di bin şerd û mercên jiyanê yên zehmet de, jinên kampa Serêkaniyê li berxwe didin û jiyanê diafirînin. Jina bi navê Fatme Emîn li ber deriyê çadira xwe baxçe ava kiriye û derbarê xebata xwe de wiha dibêjê: "Dema rihê alîkariyê li pêş be berhem jî pir dibe, ev rih jî me ji jiyana xwe ya komînal girtiye. Jin li kîjan deverê be jiyanê zindî dike."   Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser di Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê  de hatin bicihkirin. Îro di bin şerd û mercên jiyanê yên zehmet de û paşguhkirina rêxistinên mirovî yên alîkariya koçberan, jinên kampa Serêkaniyê li ber çadirên xwe li baxçeyekên ku ava kirine zebzeyan ji bo zivistanê çandine.Yek ji jinên ku li baxçe zebze çandiye, jina bi navê  Fatme Emîn a 41 salî ye û bi çandiniyê re debara mala xwe dike. Fatme behsa çandiya zebzeyên li baxçeyê xwe kir.    'Baxçeyê me alîkariya me ya zivistanê dike'   Fatme da zanîn ku baxçeyê zebze dê alîkariya wan a jiyanî bike û wiha axaftina xwe domand: "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê me yê Serêkaniyê de, em neçarî koçberiyê bûn. Paşê Rêveberiya Xweser em di dibistanan de bi cih kirin, lê li dibistanan her çend malbat di odeyekê de dijiyan û paqijî kêm bû. Piştî avakirina kampa Serêkaniyê em derbasî wir bûn. Kamp ji dibistanan baştir e, di kampê de her malbatek di çadirekê de ye û metbexa wê jî heye. Ji ber ku alîkarî kêm tê, îro em wekî jinên Kampa Serêkaniyê me li ber çadirên xwe baxçeyên biçûk ava kirine, da ku di zivistanê de alîkariya me ya jiyanî bike."   'Dema rihê alîkariyê li pêş be berhem jî pir dibe'   Fatme di dewamiya gotina xwe de li ser cureyên şênkahiyê yên ku di baxçeyê xwe de diçînin axivî û ev tişt got: "Di baxçeyê me de em pîvaz, tivir, reşad pelû, bexdenûsê diçînin. Ji bo avdana wê jî depoyên avê ji me re tên, em pê karê mala xwe jî dikin û baxçyê xwe jî av didin. Dema zivistan were av zêde pêwist nake. Em ê li vê derê xwedî li hev derbikevin û alîkariya hev  jî bikin. Dema rihê alîkariyê li pêş be berhem jî pir dibe. Ev rih jî me ji jiyana xwe ya komînal girtiye. Îro rêxistinên mirovî ku qaşo banga mafê mirovan dikin, me paşguh dikin.  Em jî xwedî israr in ku li ber xwe bidin û li hember hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet xwe bi rêxistin bikin."   'Jin jiyanê zindî dike'   Fatme bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erk û wijdanê xwe kar bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em di kampan de li ber xwe didin û bi israra vegera Serêkaniyê tev digerin. Bila her kes bizanibe ku jin li ku derê be jiyanê zindî dike."