'Li girtîgehê kotaya avê anîn' 2020-10-28 16:10:51   ŞIRNEX - Girtiya bi navê Nûdem Dûrak a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê bi rêya hevdîtina telefona bi malbata xwe re da zanîn ku kotaya avê li girtîgehê anîne û ew pêdiviya xwe ya avê nikarin bînin cih.    Ji ber tedbîrên kêm ên li girtîgehan hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê dikevin zêde dibin. Herî dawî ÎHD'ê bi daxuyaniyê diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi Vîrusa Koronayê ketine. Girtiya bi navê Nûdem Dûrak a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê bi rêya hevdîtina telefona bi malbata xwe re binpêkirina mafan a pandemiyê ragihand.    'Rojnameya Yenî Yaşamê nadin'   Nûdemê bi rêya telefona bi malbata xwe re ev tişt ragihand:"Ji bo Vîrusa Koronayê tedbîrê nagirin. Bi hinceta lêgerînê bi ser koguşên me de digirin û hemû tiştên me belawela dikin. Di rojên borî de gardiyan ji bo lêgerînê hatin koguşê. Me got 'nexweşî heye hûn  çawa lêgerînê dikin' lê belê li me guhdar nekin û lêgerîneke hûrgulî kirin. Binpêkirina mafan li vir gelekî  zêde ne. Nameyên me nadin me û nameyên em dişînin jî nadin. Kotaya avê anîn. Em pêdiviya xwe ya avê nikarin bînin cih. Me gelek carî serî li îradeyê da lê belê Rojnameya Yenî Yaşamê nadin. Alavên kantînê jî gelekî biha ne."