12 girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê bi vîrûsê ketine 2020-10-28 12:57:54   AMED - Şandeya ÎHD'ê li Girtîgeha Xarpêtê lêkolînek pêk anî û diyar kir ku li girtîgehê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û îşkence û memeleya xerab a li girtîgehê didome.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo ku gazinên binpêkirinên mafan ên girtî û hikumxwaran di cih de lêkolîn bike, şandeyek şand Girtîgeha Xarpêtê. Di heyetê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn û endamên lîjneya rêveberiya şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Demîr cih girtin.    Piştî lêkolînên xwe yên li girtîgehê heyetê, derbarê îdiayên îşkence û memeleya xerab û tedbîrên pêwîst ên vîrûsa koronayê bi Dozgerê Girtîgehê re hevdîtin kirin. Heyetê piştî lêkolînên xwe yên li girtîgehê daxuyaniyeke niviskî da û ragihand ku li girtîgehê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û îşkence û memeleya xerab a li girtîgehê ku berê hatibû ragihandin jî didome.