Li Rimêlanê 2’yemîn konferansa Kevana Zêrîn dest pê kir 2020-10-28 12:04:14   QAMIŞLO - Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma “Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin” 2’yemîn konferansa xwe, li dar xist.   Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin” 2’yemîn konferansa xwe li dar xist. Konferans li navenda Çand û Hunerê Aram Tîkran ya bajarokê Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkêlegê ya li Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 150 delegeyên jin ên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat çêkirin.  Hola konferansê bi alavên folklorî, dîrokî û pankertên bi nivîsa “Ziman, rûmet û nasnama me ye”, “Çand, jiyan û hebûna me ye” hate xemilandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê,  5 jin ji bo birêvebirina dîwana konferansê hatin hilbijartin. Paşê  dayikên koma kevneşopiyê  ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn ve hatin xelatkirin.   Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mihemed bixêrhatina hemû beşdarvanan kir û wiha got: ”Em vê konferansê di serî de li Rêber Apo û hemû jinan pîroz dikin. Konferansa duyemîn a ku tê lidarxistin, armanca me ji vê konferansê ew e  ku di Rojhilata navîn de Tevgera  Kevana Zêrîn mîna cihê mirovahî û şaristaniyê  bê nasîn. Cihê ku bi çanda hemû pêkhateyan dewlemend e. Li ser vî hîmî weke Kevana Zêrîn  em ê xwe mezin bikin. Li gorî pêvajoya ku em tê de derbas dibin, parastina çandê civakê bi rastiya wê dihêlê û pir girîng e.  Bi çanda netewa demokratîk em xweşik dibin.”   ‘Çand hebûna, nasmaneû zimanê civakan e’   Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Zelal Ceger konferans pîroz kir û ev tişt got: ”Di şexsê hemû pakrewanên hunerê yên ku pêşengê çanda me bûn, em hemû şehîdan bi bîr tînin.  Weke jin dema ku em rastiya xwe dinirxînin, em li dîroka ku nehatiye nivîsandin mêze dikin. Gelek erkên pîroz ku dikevin li ser milê me careke din tîne bîra me ku em li dîrok û rastiya xwe vegerin.  Dema ku em dibêjin çand helbet em li dayika xwedewend mêze dikin. Pêwîst e em bi çanda jinê careke din şoreşa xwe binivîsin û dagirkeriyê tune bikin. Çand ji bo civakan hebûn, nasname û ziman e.  Rengê çandê pir zêde li pêş e, heger tu bixwaze mirovekî nas bike pêwîst e tu li çanda wî mêze bike. Îro dijmin êrîşî çanda me dike, ji ber wê pêwîst e em wek jin bi taybet ji bo parastina çanda xwe têbikoşin.”   'Dewleta tirk her tim êrîşî çanda me dike'   Paşê li ser navê Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen axivî û wiha got: ”Em weke jin bi fikir û felsefeya netewa demokratîk têkoşîna xwe mezin dikin, da ku em bikaribin li hemberî hemû êrîşên ku li ser me û taybet li ser jinê tên kirin bisekinin. Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin. Dewleta tirk her tim êrîşî çanda me dike û bi taybet êrîşî jinan dikin, ji ber vê yekê  pêwîst e em hemû xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû kiryaran bisekinin.”   Paşê Endama Rêvebberiya Kevana Zêrîn Nahîr Dîcle perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.   Konferans bi xwendina rapora du salan dewam dike.