Dayikên Gerîla: Em li pişta zarokên xwe ne 2020-10-28 11:29:03   HESEKÊ - Dayikên Gerîla yên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê Gulnaz Karataş di salvegera wê ya 28'emîn de bi bîr anîn û êrîşên dewleta tirk û kiryarên PDK'ê şermezar kirin.   Dayikên Gerîla yên Hesekê di çalakiyên xwe yên îro de bi daxuyaniyekê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), bi bîr anîn û êrîşên dewleta tirk û kiryarên PDK'ê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Em li pişta zarokê xwe ne" hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Malbatên Gerîla Necma Şêxo, li taxa Nasta ya bajarê Hesekê hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şehîd Bêrîtan ji bo tevahî jinên cîhanê pêşeng û sembola jina azad e, li hember ixanetê fedekarî û têkoşînek mezin kir. Îro jî zarokên me yên gerîla li çiyayê Heftanînê li ber xwe didin û li hember êrîşên dewleta tirk têkoşîn dikin. Em siyaseta AKP/PDK'ê şermezar dikin û dibêjin pêwit e kurd bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin.   Em wek Dayikên Gerîla bang li tevahî mirovatiyê dikin ku dest ji van kiryarên li dijî jiyana mirovahiyê berdin. Her wiha em PDK'ê bi tundî şermezar dikin û dibêjin divê ev sînorên ku bi destên PDK'ê di nava kurdan de tên avakirin bêne rakirin. Kurdistan yek parçe ye û kurd yek netew in. Hûn nikarin erdê Kurdistanê parçe bikin û ji zarokên me qut bikin. Em ê wek dayik li dijî êrîşan bisekinin û her dem li ser piyan bin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Gelê Kurd" bi dawî bû.