Lihevkirina Hewler û Bexdayê ji hêla Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê ve hat şermezarkirin 2020-10-28 10:48:47   ŞENGAL - Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyekê lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kirin û destnîşan kirin ku bi navê jinên li herêmê ew ê nirxên hatine afirandin heta dawiyê biparêzin.   Têkildarî peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, Meclîsa Jinên Ereb a herêma Şengalê, li gundê Bîrcalê yê bajarokê Medîbanê daxuyaniyek da çapemeniyê.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca lihevkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ew e ku bi komplo û lîstikan careke din îradeya gelan bişikînin. Pêkhateyên herêmê xwe li dora fikrên Rêberê Gelan Rêber Apo şoreşek pêk anîne û xwe bi rêxistin kirine. Lewma ev hewldanên tên kirin ji bo çavtirsandina gelan.   Em vê lihevkirinê qebûl nakin. Ev lihevkirina PDK û Bexdayê rê li ber qirkirin û fermanên nû vedike. Çawa ku sala 2014’an dest avêtin jinan û hatin firotin, ev lihevkirin jî rê li ber vê yekê vedike. Jin îro bi fikrê Rêber Apo xwe nas kiriye, bi rêxistin kiriye û tevlî her qada jiyan û siyasetê bûye. Lewma jin dikarin civakeke demokratîk ava bikin.”   Hebûna hêzên me Nasir El Mubîn temsîla hebûn û vîna me ye. Bi yekîtî û biratiya navbera  ciwanên  pêkhateyên Ereb û Êzidî ev hêz hat avakirin. Bi saya şehîdên me yê qehreman, di kesayeta Nazê Nayif de ku ji bo me bûye dengê berxwedanê û her wiha Nûjiyan, Hebûn, Ronahî û bi hezaran şehîden me yên jin ku xewn û xeyalên wan bû ku Iraqek demokratîk û Şengalek xweser ava bibe. Herî dawî jî em wek jinên vê herêmê ev nirxên ku hatine avakirin em ê her dem biparêzin. Em ê di her demê de li pêşiya leyistok û biryarên wiha bisekinin.”   Daxuyaniya meclîsa jinên Ereb yên Şengalê bi dirûşma “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî hêza me ya Nesir El Mûbîn” bi dawî.