TJA çû serdana kedkarên tekstîlê 2020-10-27 15:10:36   ŞIRNEX - TJA’yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin de" li Hezexê çûn serdana kedkarên tekstîlê.    Tevgera Jinen Azad (TJA), di çaroçoveya kampanyaya “Em xwe diparezin” de xebatên xwe didomînin. TJA’yê bi tevlîbûna parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek jinan ve çûn serdana kedkarên tekstîlê ya Hezexa Şirnexê.   Di serdanê de jinan bal kişand ser armanca kampanyayê û piştre jî broşûrên ku derbarê kampanyayê de hatî amadekirin belavkirin. Di tekstîlê de jinan dirûşmeya “Em xwe diparêzin” berz kirin.   Li Gundikê Melî jî jinan mal bi mal geriya   Her wiha TJA’yê li bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê jî mal bi mal geriyan û xwe gihandin jinan. Jinan li vir jî derbarê kampanyayê de jinan agahdar kirin û banga xwe parastinê kirin. Jinan li vir jî belavok belav kirin û dirûşmeya “Em xwe diparêzin” berz kirin.