DAKP: Kesên ku hovîtî pêk anîn bila hesap bidin 2020-10-27 13:31:45   AMED - DKAP'ê, derbarê jinên di demên dawîn de hatine binçavkirin de li Parqa Ofisê ya Yenîşehirê daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku faşîzim êdî derketiye lutkeyê.    Platforma Jinan a Dîcle Amed(DAKP), derbarê jinên di demên dawîn de hatine binçavkirin de li Parqa Ofisê ya li Çerxerêya Ofisê ya Yenîşehira Amedê daxuyanî  dan. Jinan pankarta bi dirûşma “ Jin pêşeroja civakê ye “ vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) Nîhal Yanik ve hat xwendin.   Nîhalê anî ziman ku zîhniyeta ji hêza jinan ditirse her ku diçe zextên li ser jinan zêdetir dike û got: “Aktîvîst û saziyên jinan ku bûne dengê jinên tundî li wan tê kirin, ji aliyê îqtîdarê ve hedef hatine girtin. Bi hedefgirtina saziyên jinan re dixwazin wan kirîmînalîze bikin. Her wiha bi binçavkirin û girtinan dixwazin civakê çavtirsandî bikin.  Lê divê baş bê zanîn ku polîtîkayên desthîlatdarê têkoşîna jinan lawaz nake, beravajî vê dê xurttir bike.”   'Kesên hovîtî kirin divê hesap bidin'   Nîhalê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyera serdegiritna malA Farîs Turk a li Peyasa Amedê û wiha berdewam kir: “Polis piştî ku ketibûn hundir, bi kuçikan êrişî kesên li malbatê kiribûn û lêgerîn pêk anîbûn. Di kêliya serdegirtinê de du zarok, birayê Farîs Turk û hevjîna wî Hanim Turk jî li malê bûne. Polîsan li malê birayê Farîs û du zarok xistine odeyek û Hanimê jî kirine odeyeke din û bi kuçikan êrîşî wan kirin. Malbat ji bo ku xwe biparêzê dikevin hewildanê lê polîsan nehiştine mudaxeleyek bê kirin. Bi wî awayî mil û pêyên Hanimê ji aliyê kuçikê ve hatiye parçekirin. Muameleya ku li dijî mirovahiyê û hiqûqê ye nayê qebûlkirin. Ev bûyer encama faşîzma desthîlatdarê yê. Kesên ku ev hovîtiya l li dijî mirovahiyê pêk anîne divê hesab bidin. Heta ku kiryar bên cezakirin em şopdarên wê bûyerê ne..”