Tevgera Kevana Zêrîn 2'yemîn konferansa xwe sibehê li dar dixe 2020-10-27 10:58:39   Viyan Berxwedan   QAMIŞLO - Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn wê sibehê konferansa xwe ya 2'yemîn li Kantona Qamişloyê li dar bixîne. Têkildarî konferansê Koordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn Rûken Mihemed wiha got: "Konferansa me bi tevlîbûna hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ew ê pêk were û em ê di vê konferansê de biryarên di asta akademîk de bistînin."   Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn bi dirûşma "Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin" wê sibehê konferansa xwe ya 2'yemîn li Kantona Qamişloyê li dar bixîne. Girêdayî amadekarî û armanca konferansê Koordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn Rûken Mihemed nêrîna xwe parve kir.   'Di konferansê de biryarên akademîk wê werin girtin'   Rûkenê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku dê konfernasa wan bi tevlîbûna hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn pêk were û wiha domand: "Em weke Tevgera Kevana Zêrîn ji 2017'an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê xwe didin meşandin. Konferans ji her du salan carekê tê lidarxistin. Me dixwest konferansa xwe par li dar bixînin, lê belê ji ber şerê heyî me nedikarî li dar bixînin, ji bo wê em îsal li dar dixînin. Her wiha wê konferansa me bi tevlîbûna hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn pêk were. Di netewa demokratîk de yek ji lînga wê yê esasî çand e, ji bo wê pêvajoya ku em niha dijîn û êrîşên ku li ser herêma me pêk tên armanca esasî qirkirina çandê ye.  Biryara herî dawî ya ku ji aliyê ENKS'ê ve ji bo zimanê kurdî hatibû girtin, esasê wê çanda kurdan ji holê rake û bi rêya dewleta tirk a dagirker amadekariyeke şerekî nû bike. Di konferansê de tişta ku sereke em ser bisekinin çand e, ji ber aliyê wê yê hunerî bi rêka mîhrîcan, şano û govendê derket pêş. Her wiha pêvajoya ku em niha tê de derbas dibin pir girîng û hesas e ji bo wê gelek biryar dê di asta akademîk de were destgirtin."    'Girîngiya çandê bi wate ye'   Rûkenê diyar kir ku pergala Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn li qadên ereban jî hatiye birêxistin kirin û wiha pê de çû:"Bi tevlîbûna pêkhateyên ereb, kurd, suryan û gelek beşdarvanên cuda wê konferansa me xurt derbas bibe û em ê biryarên gelek girîng daynin pêşiya xwe. Pergala Kevana Zêrîn li qadên ereban yên mîna Til-Beraq, Til-Hemis, Til- Koçer, Tepqa, Reqa û Minbicê jî hatiye birêxistinkirin. Em ê bi hemû pêkhateyan projeya netewa demokratîk li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir ava bikin. Her wiha armanca me ew e ku bi rêya hemû netewan çalakiyên hunerî mîna şevbihêrk, dengbêjî, helbest û çîrokan xurt bikin, ji ber giringiya wan bi wate ye. Gelek biryarên girîng hene, dema konferans were lidarxistin wê berfirehî li ser were guftogohkirin."   'Em ê lorînên dayikan ên bi hezaran salan dane avakirin biparêzin'   Rûkenê diyar kir ku ew ê bi hemû awayan çanda dayikê biparêzin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Çanda dayikê hebûna me ye, ji bo wê em ê bi çi şêwazî bikarin biparêzin? Wê nirxandinên girîng pêş bikevin. Em ê derdorê dayikê xelekeke çandî bidin avakirin û em ê wan lorînên dayikan ên bi hezaran salan dane avakirin biparêzin. Dema mirov gotina çandê bi lêv dike di destpêkê jin tê bîra mirovan. Di nava pergala kapîtalîzmê de ciwan ji çanda xwe dûr dikevin û kapîtalîzm wan hînî sekneke arabesk dike. Li dijî kapîtalîzmê em ê balê hîn zêdetir bikşînin ser dengbêjî, cil û bergên dayikê, her wiha ji bo çanda dayikê were parastin em ê projeyên taybet jî pêş bixînin. Gelek jinên ku di çandê de cihê xwe digirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd ketin, ev şehîd pêşeroja têkoşîna me diyar dikin, ji bo wê em ê mîrasa ku ji bo me hiştine kom bikin û bi afrîneriyek mezin ava bikin. Her wiha di pêşiya me de projeyek ji bo hevjînên şehîdan jî heye, em ê ji bo wan qursên çandî û hunerî li dar bixin."   'Em ê li hember dagirkeran berxwedana xwe mezin bikin'   Rûkenê wiha bi dawî kir: "Armanca me ya vê konferansê ew e ku em dagirkeriyê têk bibin. Her wiha dagirker û desthilatdar nikarin li pêşiya armanca me bisekinin û her çiqas êrîşî me bike wê berxwedana me xurtir bibe. Li hember dagirkeriyê berxwedana me heye, ew berxwedan jî ji bo me çandek e."