'Em bi hezkirinek mezin govenda xwe digerînin' 2020-10-27 09:07:41   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Dilîvan û Sîlva Reşîd ên ku xwişkên hevdu ne û di nava Koma Govendê de cihê xwe digirin dan zanîn ku mirov nikare bê meraq karekî bi ser bixin û wiha gotin:"Meraqa me gelek ji govendê re heye. Mirov bê meraq nikare karekî bi ser bixe. Em bi hezkirinek mezin govenda xwe digerînin. Xwesteka me jî ew e ku em bikaribin çanda xwe biparêzin."   Zindîkirin û domandina çandê erkeke dikeve ser milê her mirovekî ye. Pêwist e civak çanda xwe ji helandinê biparêze û bi her kesî bide hezkirin. Keça bi navê Dilîvan Reşîd a 16 salî û Sîlva Reşîd a 17 salî yên du xwişkên hevdu ne, ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê ya Efrînê ne. Dilîvan û Sîlva ji govendên kurdî hez dikin û tê de cih digirin. Piştî ku koçî Şehbayê jî bûne li kêleka dibistana xwe xebatên xwe didomînin. Têkildarî mijarê Dilîvan û Sîlva derbarê hezkirina xwe ya ji govenda kurdî re ji me re axivîn.     'Em bi hezkirinek mezin govenda xwe digerînin'   Di destpêkê de Dilîvan bal kişand ser tevlîbûna xwe û xwişka xwe ya Koma Govendê û wiha vegot: "Ez û xwişka xwe Sîlva di dibistanê de dixwînin û li kêleka wê jî cihê xwe di çand û hunerê ya beşa govendê de digirin. Hezkirina me ji berê de ji govenda kurdî re heye û ev hezkirin bi me re mezin bû heta em tevlî komê jî bûn. Govend jî ji çanda kurdî ya resen e û em dixwazin di riya wê çanda xwe biparêzin. Divê her ciwanek berê xwe bide navenda çand û hunerê û bi hezkirinên xwe çanda xwe biparêze. Pêwist e em ji çanda kapîtalîst dûr bikevin û fêrî çanda xwe bibin. Hezkirin û meraqa me gelek ji bo govendê re heye, mirov bê meraq nikare karekî bi ser bixe. Em bi hezkirinek mezin govenda xwe digerînin. Xwesteka me jî ew e ku em bikaribin çanda xwe biparêzin û fêrî nifşên dîtir bikin."   'Di gelek şahî û mîhrîcanan de me govend gerand'   Keça bi navê Sîlva têkildarî xebatên xwe yên di çandê de ev tişt got:"Piştî koçberiya me ya Efrînê, min û xwişka xwe dev ji hezkirina xwe ya ji govendê berneda. Xeyalên me her zindî man û em bi rihekî nû tevlî govendê bûn. Em demên xwe di navbera xwendin û perwerdeya govendê de derbas dikin. Di gelek şahî, mîhrîcan û şevbirkên hunerî de me govendên xwe pêşkêş kirine. Em dixwazin em bi vî rihî serkeftinên mezin mayinde bikin."