'Mayina min a li kampê min fêrî gelek tiştên nû kir' 2020-10-27 09:04:47   Necah Miîş - Hêlîn Gemo   HESEKÊ - Fethiya Silêman Şêxo bi derfetên herî kêm hewil dide xwe li ser piyan bihêle. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, bi têkoşîna xwe hewil dide mitfexekê ji xwe re ava bike. Fethiya anî ziman ku ew tevî hemû derfetên kêm jî li berxwe didin û wiha got: "Dema ez li Serêkaniyê bûm min nizanîbû kelpîçên ji axê bibirim, lê mayina li kampê ez fêrî gelek tiştan kirim."   Salek ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bû û tu devê kîjan zarokî veke yekem daxwaz û armanca wan ew e ku vegerin bajarê xwe. Li kampa Waşûkanî ya li Rojavayê bajarê Hesekê dikeve, malbata Fethiya lê bi cih dibin. Fethiya bi hemû derfetên kêm kelpîçên ji axê dibire da ku mitfexekê ji xwe re ava bike. Dema em çûn gel Fethiya çavên me bi keça wê ya şêrîn û delal ya bi navê Arokê jî ket. Arokê jî hovîtiya ku li Serêkaniyê qewimî bû şahidî kiriye, her wiha bandoreke neyînî li derûniya wê kiriye.   Dema me silav da wan Arokê gelek tirsiya û hizirî ku em hatine lê bidin, hema beriya silava me vegerîne ji dayika xwe re got: "Wê li mixin." Di cih de em kenîn û bi henekan me wê razî kir. Arokê her ji me re digot: "Min bêriya lîstokên xwe kiriye, gelo niha rewşa wan çawa ye?" Heta suhbeta me bi dawî bû her ev hevok ji me re digot: "Çiqasî şekir bixum qirkamin şêrîn nabe, axa Serêkaniyê ji bîr nabe."   '9 sal in tu agahî ji kurê birayê min nehatiye girtin'   Fethiya şerê destpêkê yê ku di sala 2012'an de li Serekaniyê rû dabû bi bîr anî û wiha got: "Di şerê Serêkaniyê yê destpêkê de heta dawiya şer em qet ji mala xwe neliviyan, tevî ku kal û pîrên me jî hebûn û her ji min re digotin min derxînin lê min bi ya wan nekir û em ji malê xwe derneketin. Di şerê destpêkê de kurê birayê min bi destên Cebhet El-Nusra rastî êşkenceyê hat û hestiyê herdu destên wê şikanndibûn,  bi ser de jî wî revandin û ev bû 9 sal tu agahî jê nehatiye girtin."   'Rondikên ku keça min ser lîstokên xwe kirin qet ji bîr nakim'   Fetiya diyar kir ku beriya dewleta tirk êrîşî wan bike di nava ewlehiyeke mezin de jiyana xwe dibuhirandin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di bin siya Rêveberiya Xweser de me jiyaneke bi ewle di nava zarokên xwe de derbas dikir. Rast e her carê Erdogan digot em ê êrîşî Serêkaniyê bikin lê me ji xwe re digot tenê axaftinê ji bo tirsê têxîne dilê me, dike. Di destpêkê de bi balafirê êrîşî me kir hema me xwe û zarokên xwe xelas kir. Derketina ji mal û bajarê xwe kêliyên herî bi êş in. Qet ez ji bîr nakim bê çawa keça min li ser lîstokên xwe rondik dibarandin."   'Bi derketina rojê û heta êvaran jin bê rawestan dixebitin'   Fethiya anî ziman ku jiyana di nava kampan de pir zor e û wiha domand: "Di nava kampan de jiyan gelek zor û zehmet e, cih jî gelek teng e û va ye zivistan jî tê. Ez bi derfetên kêm hewil didim bi kelpîçên ji axê mitfexekê ava bikim ji bo xwarina xwe tê de çêkim. Di nava kampê de kesa ku herî zêde rastî zor û zehmetiyên jiyanê tên jin in. Bi derketina rojê û heta êvaran jin bê rawestan dixebitin."   'Mayina min a li kampê min fêrî gelek tiştên nû kir'   Fethiya da zanîn ku mayîna wê ya li kampê hişt ku fêrî gelek tiştên nû bibe û wiha domand: "Di zarokatiyê de ji ber rewşa me ya aborî min nexwend, ez bi dayik û birayên xwe re diçûm çandiniyê. Rast e min karê çolê dikir, lê qet min kelpîçên ji axê nebiriye. Derketina me ji malên me hişt ku em fêrî gelek tiştan bibin. Min ne herî çêkiriye û ne jî kelpîç biriye, lê mayîna min a li kampê hişt ku ez xwe fêr bikim."   'Beramberî pirsên zarokên xwe em bê bersiv dimînin'   Fethiya di nava gotinên xwe de bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze hemû bajarên kurdan talan û wêran bike û wiha pêde çû: "Erdogan û çeteyên girêdayî wî, dixwazin bi hemû hêza xwe welatê kurdan dagir bikin û hemû mal û milkên wan hilweşînin. Hêviya me ew e ku em di demeke nêz de vegerin Serêkaniyê, zarokên me her dibêjin em dixwazin herin malê, me bêriya lîstokên xwe kiriye û ka em li vê derê çi dikin? Lê em çi bikin, li beramberî pirsên zarokên xwe em bê bersiv dimînin."   'Em bendewarê vegera mal, kolan û bajarê xwe ne'   Fethiya da zanîn ku ew li Serêkaniyê di sîstema Rêveberiya Xweser de bi aramî dijiyan û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Salek ji ser dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bû, lê em bendewarê vegera mal, kolan û bajarên xwe ne. Em qet hêviyên xwe winda nakin, wê rojek bê û em ê dîsa bi aramî li Serêkaniyê di sîstema Rêveberiya Xweser de bijîn û bê tirs di nava kolanên xwe de bimeşin."