'Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin' 2020-10-27 09:02:03   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, PYD'ê têkildarî çalakiyên li dijî êrişkaran dane destpêkirin anîn ziman ew ê bi çalakiyên xwe li dijî êrîşên li ser Gelê Kurd derkevin û wiha gotin:"Em weke sê saziyên rêxistinî bi heman armancê hevdu temam dikin, loma em ê jin û jiyanê biparêzin, teqez bi ser bikevin, dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzin."   Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Teqez em ê bi ser bikevin"  di 15'e Tebaxê de  hemle dest pê kirin. Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 3'yê Îlonê de hemleya bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin" dest pê kir.  Di heman çarçoveyê de rêxstina Kongreya Star di 8'ê Cotmehê de hemleya xwe bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" ragihand. Têkildarî hemleyên ku li dijî êrîşan dest pê kirine jinên ku tevlî hemleyê bûne ji me re nêrîna xwe anîn ziman.   'Em ê teqez bi ser bikevin'   Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xûnav Heyder behsa hemleyê kir û wiha got: "Ciwan bi israr û enerjiya xwe ya herikbar tên naskirin.  Loma me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk, tecrîda li ser Rêber Apo hemle dest pê kiriye. Weke ciwan em pêşengtiya vê hemleyê dikin, lê tevahî beşên civakê dikarin cihê xwe di nav de bigirin. Plansaziya me dewlemend e ku em bi riya çalakiyên cur be cur bikaribin civaka xwe birêxistin, perwerde bikin û ji tevahî cureyên êrîşan biparêzin. Heger pêwîst bike em ê cihê xwe di mewziyên şer de jî bigirin. Di dawiyê de em hemleyên Kongreya Star û ya PYD'ê silav dikin û em di wê baweriyê de em ê te"ez bi ser bikevin."   'Gel biryara têkbirina dagirkeriyê girtin'   Hevseroka Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê Almaz Romî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê nirxand û wiha pê de çû: "Piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ'ê û avabûna pergala xweser û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êdî dewleta tirk maskê DAIŞ'ê avêt û bi artêşa xwe dest bi êrîşên li ser herêmên me kir. Bi vî rengî û bi piştgiriya dewletên navneteweyî yên hegemonîk dewleta tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir, rojane kiryarên herî hov û dijmirovahî pêk tîne. Ev hemû têra çavbirçîtiya tirkiyeyê nekir, loma rojane gefan li herêmên din dixwe. Li ser vê bingehê em dibêjin dem, dema parastina destkeftiyên şoreşê ye. Şoreşa me di encama kedeke mezin û berdêlên giranbuha de bi ser ket, me jî weke partî, rêxstin û civak çawaniya xwedî derketina li van destkeftiyan hilbijart. Li ser vê bingehê gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê biryara têkbirina dagirkeriyê, parastina herêmên xwe girtin."   'Bi hev re bersiva li dijî dagirkeriyê xurtir dibe'   Almazê balkişand ser armancên hemleya Kongreya Star û ya ciwanan û wiha dom kir: "Me weke PYD, Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi heman armancê hemle dest pê kir. Ciwan xwedî biryar in, loma dema ku dibêjin em ê teqez bi ser bikevin em jî di wê baweriyê de ne. Di bin sîwana Kongreya Star de bi hezaran jin xwe bi rêxistin dikin û li ser xeta Zehra Berkel, Hevrîn Xelef û Arînan têdikoşin. Em weke sê rêxistinên civakî bi van hemleyan li dijî dagirkeriyê hevdu temam dikin. Di vê çarçoveyê de em bi hêvî ne ku gelê me bi me re bibin alîkar da ku em bikarbin hebûna xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin."            'Parastina jinê tê wateya parastina jiyanê'   Endama Kongreya Star Sorxwîn Simî di destpêkê de li ser  kiryarên ku jinan hedef digirin ev tişt: "Dewleta tirk di kesayeta jinan de êrîşên xwe yên li ser civaka me didomîne. Weke mînakên şênber jî hedefgirtina endamên Kongreya Star a li gundê Helincê, qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde em dikarin bînin ziman. Her wiha komkujiya ku di sala 2013'an de li Parisê çêbûye jî heman siyaset bû. Di vê çarçoveyê de me li dijî dagirkeriyê û hedefgirtina jinan li gel  PYD'ê û ciwanan hemleya bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" dest pê kir."   'Bi pêşengiya jinan em ê bi ser bikevin'   Sorxwînê hişmendiya dewleta tirk nirxand û wiha dawî li gotina xwe anî: "Jiyan bi reng û hebûna jinan xweşik dibe.  Lê dewleta tirk di herêmên ku hatine dagirkirin de xweşikiya jiyanê dikûje, jinan direvîne, qetil dike û tecawiz dike. Dewleta tirk bi van kiryaran dixwaze destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê tune bike. Şoreşa me bi nav û serkêşiya jinan tê naskirin, loma dewleta tirk di kesayeta pêşengên vê şoreşê de dixwaze şoreşê têk bibe. Li ser vê bingehê çawa ku jinan di şoreşê de pêşengî kirin û bi ser ketin, çawa di şerê Kobanê de şer kirin û bi ser ketin, careke din em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin û bi ser bikevin."