Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê konferana xwe pêk anî 2020-10-26 15:53:02   QAMIŞLO - Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Bi tekoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûryeke azad, em ê tekez bi ser bikevin” 1’emîn konferansa xwe li dar xist.   Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê 1’emîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Bi tekoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûryeke azad, em ê tekez bi ser bikevin” li dar xist. Konferans  li nevenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamipşloyê bi tevlîbûna 300 delegeyî hat kirin. Hola konferansê bi wêneyên Hevrîn Xelef û pakrewanên azadiyê yên Partiya Sûriya Pêşerojê hate xemilandin.   'Kongerans îradeya ciwanan aşkera dike'   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin. Sekertera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd konferans li Meclîsa Ciwanan pîroz kir û wiha got: ”Di vê pêvajoyê de Şerê Cîhanê yê 3'emîn li ser erda me tê meşandin, her kes ji bo bercewendiyên xwe tevdigere û êrîşî axa me dike.  Di êrîşan de lîstik û pilaneke cîhanî ser axa me tê kiirn. Di sala 2011’an de li Sûriyayê şer dest pê kir û her ku çû girantir bû.  Tu kesî nikarîbû vî şerî biskinîne.  Her wiha pê re jî rê ji dewleta tirk re hate vekirin ku axa me dagir bike û me tune bike. Di encamê de jî bi hezaran kes ji ser axa xwe koçber bûn û bi sedean kes jî  niha di herêmên dagirkirî de ziman, pere û alên tirkiyayê bi zorê li wan tên ferizkirin. Li darxistina vê konferansê di vê demê de îradeya ciwanên me dide xuyakirin. Di vê konferansê de mirov projeya Sûriya Demokratîk dibîne.  Ji bo ku em bikaribin Sûriyeke pêşerojê ava bikin em hewcedariyê keda  ciwanên xwendekar û xwedî hêz in. Bi hêviya ku ev konferans serkeftin be ji bo hemû ciwana û ciwan bighêjin pêşerojeke xweş û baş.”   Paşê perspektîfên Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê Berdevkê Bîroya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihmed Deham ve hatin xwenidin.    Pişt re dîwaneke ji 3 kesan hate hilbijartin. Her wiha nîqaş li ser rewşa rêxistinî ya ciwanan hate kirin. Paşê jî rêziknameya Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê hate xwendin û erêkirin. Piştî xwendina rêziknameyê, 15 kes ji bo Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Qamişloyê hatin hilbijartin û 17 kes ji bo Meclîsa Ciwanên Kantona Hesekê hatin hilbijartin. Konferans bi biryarên girîng bi dawî bû.   Biryar wiha ne:   *Avakirina meclîsa ciwanan li hemû herêm û bajaran.   *Xebat ji bo rawestandina şer û avakirina aşîtiyê di Sûriyê de, her wiha vegera koçberan li ser axa wan.   *Avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî  ku rola ciwanan jî têde hebe.   *Bi dawîkirina şer li Sûriyê û bi taybet êrîşên dewleta tirk li ser herêmê.