‘Ji bo berjewendiyên gel yekîtî pêdiviya sereke ye’ 2020-10-26 09:07:50   AMED - Nîqaşên li ser Yekitiya Neteweyî didomin. Jinan diyar kirin ku êrîşên li ser kurdan tên pêkanîn di cîhanê de jî tê rewa kirin û gotin: “Em dikarin ji bo berjewendiyên gelê xwe werin gel hev û bi yekitiya xwe ji cîhanê re bêjin “Li vir cihê me jî heye”. Ji bo ku em nasname, çand û zimanê xwe li ser vê erdnigariyê bi awayekî azad bijîn.”   Demek dirêj e ku li ser mijara Yekitiya Neteweyî nîqaş tên kirin. Bi taybetî jî piştî zêdebûna êrîşên Dewletê Tirk li ser çar parçeyên Kurdistanê, Operasyonên leşkeri, êrîşên nijadperestî, bişaftin û polîtîkayên tunekirinê yekitiya neteweyî bêhtir di rojeva Gelê Kurd cihê xwe girt. der barê mijarê de Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz û Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Peyasê Hasîbe Yazdik axivin.   ‘Êdî em dixwazin sîyasetê bi nasnameya xwe bikin’   Meryemê da zanîn ku mijara yekitiya neteweyî bi peymana Kasr-i Şîrîn re ku cara yekê Kurdistan kirin du perçe dest pê kir û got: “ Dabeşkirina Kurdistanê bi peymana Kasr-i Şîrîn Re destpê dike û piştî ku Kurdistan bû çar parçe polîtîkayan başftin û tunekirina kurdan zêdetir bûn. Bi wî awayî li ser kurdan di hêla çandî, ziman, erdnigarî û polîtîkayê de jî parçebûnek pêk hat. Lê dema em  îro dinihêrîn kurdan li gel van zextan di her aliyên cîhanê de bi ziman û çanda xwe qadeke jiyanê ji bo xwe ava dikin. Di van şertan de yekitiya neteweyî pêdeviya herî sereke ye. Ji ber ku kurd êdî dixwazin polîtîka, aborî û sîyaseta bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe bikin.”   ‘Êrîşên li ser kurdan di cîhanê de jî tên rewakirin’   Meryemê niqaên kurdanê ên li ser yekitiya neteweyî bi bîr xistin û wiha axivî: “Êrîşên ku li ser kurdan tê pêkanîn, di cîhanê de jî tên rewakirin. Bi taybetî jî em vê rewşê dikarin li rojavayê Kurdistanê bibînin. Li Rojava dewleta tirk li ser gelên wir sûcê şer kir lê hêzên cîhanê bêdengiya xwe parastin. Dema em li pergala Rojava dinihêrin kurdan li wê statûyek bi dest xistine. Di wir de armanc ew e ku li ser ziman û nasnameyek hemû kurd bibin yek û li dijî êrişên li ser vî gelî bi xweparastinê bibin bi bersiv. Ji ber ku dabeşkirin ligel xwe parçebûniyê jî pêk tîne. Kurd polîtîkaya di bin navê ‘parçe bike- birêve bike’ de hatine parçekirin. Xwediyê vê erdnigariya qedîm em in. Di vê erdnigariya qedîm de hilbêrîna aborî û sîyasîyê em dikin lê dema mijar bû statû, çand û ziman qirkirina herî mezin em kurd dijîn. Ji ber vê yekê îro yekitiya neteweyî ne mijarek nîqaş kirinê ye. Ji bo berjewendiyên gelê xwe pêdiviyek serekê ye.”   ‘Em dikarin ji bo berjewendiyên gel bibin yek’   Hasîbe jî destnîşan kir ku dema kurd parçe dibin êrîşa li ser wan jî hêsantir dibe û got: “Îro cîhan her ku diçe global dibe. sînor hêdî hêdî ji holê radibin. Em dikarin ji bo berjewendiyên gelê xwe werin gel hev û bi yekitiya xwe ji cîhanê re bêjin 'li vir cihê me jî heye'. Ji bo ku em nasname, çand û zimanê xwe li ser vê erdnigariyê bi awayekî azad biparêzin. Pêkanina yekitiya neteweyî ji bo van babetan çareseriya herî bibandor e.  Lê mixabin ji ber encamên polîtîkayên wek ajantî û îxanetê kurd belav dibin. Li bakurê Kurdîstanê cerdevan û welatparêzan tînin hemberê hev. Li başûr û rojavayê Kurdistanê jî pêşmerge û hêzên din ên kurd tînin li hemberê hev. Bi wî awayî sedema parçebûyîna kurdan a herî mezin hevkujiyê li ser kurdan ferz dikin. Divê kurd ji wan re êdî bêjin bes û li wan polîtîkayên qirêj hişyar bin. Em jî dikarin welatê xwe biparêzin û erdniqariya xwe ji hêzên faşist azad bixin.”   ‘Di yekitiya neteweyî de jin xwedî roleke girîng in’      Hasîbeyê diyar kir ku di pêkanîna yekitiya neteweyî de jin xwedî rolekê girîng in û ev tişt anî ziman: “Jixwe di pêvajoya dawîn de têkoşînê bi taybetî jin birêve dikin. Ji ber ku jin xwedî wê berpirsiyariyê ne. Her wiha em dîsa wek jinên kurd dikarin zarokên xwe bi hişmendiya neterweyî mezin bikin. Divê em wek jin bingeha van şêweyan ava bikin. Gelek nirxên me yên hevpar hene. Em dayikên ku zarokên wan ji bo vê erdinigariyê xwîna xwe rijandine ne.  Nirxa me ya herî mezin ew e. Ji bo ked û têkoşîna wan û rûmeta wan em dikarin bên ligel hev.”