Jinên Botanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2020-10-26 09:06:26   ŞIRNEX - Jinên Botanê, di derbarê êrîşên li dijî zimanê kurdî de axivîn û gotin: "Em dixwazin bi zimanê xwe li her deverê biaxivin. Ji ber ku zimanê me ne azad e em jî neazadin. Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî."   Zimanê kurdî ji aliyê îqtîdara AKP'ê û dewletê ve tim êrîş lê hatiye kirin. Ev êrîş her ku diçe mezintir dibin. Bi taybetî jî li Tirkiyê piştî rewşa awarte hat îlankirin û şûnde hikumeta AKP'ê ji hemû aliyan de li Kurdistanê êrîşên xwe zêde kir. Îqtîdar, zimanê kurdî bi awayek kêyfî qedexe dike. Ji ber qedexeyan welatî li saziyên hikumetê bi zimanê tirkî neçar dibînin biaxivin. Jinên Botanê li dijî hemû zext û qedexeyan bi zarokên xwe re kurdî diaxivin û xwedî li zimanê xwe derdikevin.   Halîde Sevda(38), da xuyakirin ku ew gelek ji zimanê xwe hez dikin û zimanê dayikê fêrê zarokên xwe dike. Halîde, got ew ji zaroktiya xwe heta niha bi zimanê kurdî axivîne, mezin bûne û got: "Em dixwazin zarokên me jî bi zimanê xwe yê dayikê mezin bibin. Em zarokên xwe dişînin dibistanên dewletê. Lê belê ew nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Li wir bi tenê fêrê zimanê tirkî dibin û ji ber vê yekê jî tên asîmîlekirin. Em dixwazin zimanê xwe di her qadê de bidin jiyîn. Em dixwazin li her deverê bi zimanê xwe biaxivin."   ‘Em ê tu carî dev ji zimanê xwe bernedin'    Halîde, destnîşan kir ku ew neçar dibînin ku tirkî biaxivin û wiha domand: "Zarokên me li malê kurdî, li dibistanê tirkî diaxivin. Ji ber vê yekê zarokên me zimanên xwe tevlîhev dikin. Bila zimanê me li her deverê serbest be û em bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin ku li dibistanan jî perwerdehiya zimanê kurdî bê dayîn. Bila zarokên me fêrê zimanê xwe bibin. Em ê tu carî dev ji zimanê xwe bernedin û em ê tim xwedî zimanê xwe derbikevin."   ‘Divê zimanê me jî di saziyan de bibe zimanê fermî'   Kevser Ozbek (42) jî diyar kir ku ziman ji bo têkilî û xwe anîna ziman gelek girînge û wiha pêlda axaftina xwe: "Tu kes ne necbûr e ku zimanekî dinê biaxive. Lê me mecbûr dikin. Mînak dema em diçin nexweşxaneyê bijîjk kurdî nizanin. Ji bo ku em derdê xwe ji bijîjk re bêjin  em neçar dimînin tirkî biaxivin. Divê zimanê me jî di saziyan de bibe zimanekî fermî. Em dixwazin di her qadê de zimanê me jî bi awayek fermî bê axaftin. Çawa ku zimanê tirkî, erebî û îngîlîzî heye, zimanê me yê kurdî jî heye û pêwîst e bê bikaranîn. Em bi zimanê kurdî mezin bûn û em ê bi zimanê kurdî jî zarokên xwe mezin bikin. Ji bo ku em bi zimanê xwe biaxivin em hewcedariyê nabînin ku ji kesekî destûrê bigirin.   ‘Em ê dev ji axaftina zimanê xwe yê dayikê bernedin'   Taybet Sualçîn(51) jî da zanîn ku ew dixwazin li her qadê û deverê bi zimanê xwe biaxivin û wiha pêde çû: "Divê zimanê me were jiyîn. Em zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê mezin dikin. Lê belê dema dibistan dest pê dikin zarokên me tirkî diaxivin. Em bi zimanê xwe nikarin li hemû deveran biaxvin, ji ber ku qedexe ye. Em jî dixwazin zimanê xwe bi awayek azad biaxivin. Bi zorê tirkî bi me didin axaftin û dixwazin bi vî awayî zimanê me tune bikin. Em jî vê qebûl nakin. Em ê dev ji axaftina zimanê xwe yê dayikê bernedin."   ‘Ew dixwazin zimanê me tune bikin'   Taybet, dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo zimanê me bijî pêwîste zarokên me jî fêrê zimanê xwe bibin. Em kevneşopî û giringiya ziman ji zarokên xwe re vedibêjin û wan bi vî awayî mezin dikin. Divê em li dijî êrîşên ku li ser zimanê me tên kirin li ber xwe bidin. Ji ber ku em bi zimanê xwe azad nikarin biaxivin, em jî ne azad in. Ew dixwazin zimanê me tune bikin. Divê zarokên me perwerdehiya zimanê kurdî bigirin. Ji bo zimanê me çi pêwîst be em ê bikin."