'Li hember daxwazên dijmin xeta tekoşînê bilind bikin' 2020-10-26 09:04:25   Sozda Oremar   ŞEHBA - Mamosteyên endamên KBC-D'ê a herêma Efrînê nerazîbûnên xwe li hember daxwaza ENKS’ê ya rakirina zimanê kurdî nîşan dan û wiha gotin: "Rakirina sîstema hevserokitî û zimanê kurdî rakirina fikira azad û demokrasiyê ya ji nava civakê ye."   Di nava dan û standinên ku di navbera partiyên siyasî yên kurdî ji bo avakirina Yekitiya Kurdan tên kirin de, ENKS daxwaz kir ku zimanê dayikê zimanê kurdî û sîstema hevserokitiyê ji holê bê rakirin ku ev destkeftiyên herî bi nirx ên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.  Mamosteyên endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a herêma Efrînê nerazîbûnên xwe li hemberî vê helwesta ENKS'ê anîn ziman.    'ENKS'ê îxanet hilbijartiye'   Endama KPC-D'ê, Zaxûcan Hisên nerazîbûna xwe li hember daxwaza ENKS’ê ya rakirina zimanê kurdî û sîstema Hevserokatiyê nîşan da û got: "Em daxwazên ENKS'ê tucarî qebûl nakin. Ferq û cudahî di navbera çeteyên dewleta tirk û ENKS’ê de tune ye. Di guftogoyên nû yên di navbera PYD’ê û ENKS’ê de de yên ji bo Yekîtiya Gelê Kurd, ENKS daxwaz dike  ku zimanê kurdî û sîstema Hevserokitiyê ji holê bê rakirin, lê em qebûl nakin. Ji ber du xalên bingehîn ên Şoreşa Rojava hene ew jî zimanê kurdîû sîstema Hevserokitiyê ye. ENKS’ê xeta îxanetê hilbijartiye. Em ê tekoşîna xwe li hember van daxwazan mezin bikin. ENKS’ê piştî hevdîtina bi dewleta tirk re van daxwazên xwe pêşkêş dike ku ev daxwazên dewleta tirk in."   'Me bi hezaran bedel da'   Zaxûcan da zanîn ku daxwaza dijmin, rakirina birdoziya azad a ku wan bi Şoreşa Rojava belav kiriye ji holê rabike û wiha pê de çû: "Hêzên desthiladar dixwazin birdoziya me ya azad bi rêya rakirina sîstema Hevserokitiyê ji holê rakin û keda deh salan a ji bo şoreşê hat dayîn tune bikin. Her wiha hêza desthiladariyê careke din li ser civakê bidin meşandin. Pakrewanên me ji bo îsbatkirina vê sîstemê ji cîhanê re, canê xwe feda kirin. Em ê tucarî dev ji xeta rast a pakrewanan nîşanî me dane bernadin. Em daxwazên ENKS’ê ji bo rakirina zimanê kurdî qebûl nakin û nahêlin ku tu kes nêzî destkeftiyên Şoreşa Rojava  bibe. Em Şertên ku Tirkiyê bi rêya ENKS’ê li ser me ferz dike red dikin."   'Em ê xwedî li şoreşê derkevin'   Mamosteya Zimanê Kurdî ya herêma Efrînê, Gulistan Ebdo jî bertekên xwe li dijî daxwazên ENKS’ê anî ziman û got: "Di rûniştandina duyem ya Yekîtiya Kurdan de ENKS'ê daxwaz kir ku Zimanê Kurdî ji nava civakê bê rakirin û zarokên Rojava di pergala Rêjîmê de bên perwerdekirin. ENKS'ê ger di şoreşê de ked bida wê tucarî ev daxwaz jî pêşniyar nekira.  Heta niha xwedî li Kurdiyeta xwe derneketine û ji bo dijîmin xebitîne . Rakirina sîstema hevserokitiyê tê wateya neqebûlkirina fikira azad û demokratîk. Em ê xwedî li şoreşa xwe derbikevin."