'Xwe bi rêxistinkirina jinan dê dagirkeriyê têk bibe' 2020-10-25 17:22:31   HESEKÊ - Bi dirûşma "Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin"  Kongreya Star a Hesekê semînerek li ser jin û dagirkeriyê li dar xist.   Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê bi dirûşmA "Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin"  semînerek li ser jin û dagirkerî  ji bo koçberên Efrînê yên ku li bajarê Hesekê dimînin da. Di semînerê de bi dehan jin amade bûn .Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Celîla Mele Elî ve hate dayîn.   Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Celîla 28'emîn Salvegera şehadeta têkoşer Bêrîtan bi bîr xist û got: "Bi rihê berxwedanê û têkoşîna şehîd Bêrîtan em ê dagirkeriyê têk bibin û jiyanek azad û wekhev bijîn."   Celîla di semînerê de balkişand ser jin û dagirkeriyê û wiha domand: "Di aloziya Sûriyê de jin rastî koçberî û hemû cureyên tundiyê hat. Bi taybet êşa koçberiyê û zehmetiyên ku jin rastî wê tên roj bi roj xuya dike. Li hember wê jî jin li ber xwe didin û ji tunebûnê hebûnê diafrînin. Ji ber ku jin di şoreşê de bû pêşeng, ji bo wê dewletên desthilatdar jinan dikin hedef  ku îradeya wan bişkînin. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re jin bûn hedef û ruxmê her tiştî jin îro bi berxwedana xwe jiyana xwe berdewam dikin û israra vegera wan li ser axa wan zêdetir dibe."   Semîner bi niqaşan bi dawî bû.