Karantînaya rojnamegeran bi dawî bû 2020-10-25 15:49:29   WAN - 4 rojnamegerên ku nûçegîhana me Şehrîban Abû jî di nav de ye ji ber ku bûyera gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin derxistin holê hatibûn girtin, piştî 14 rojan kirin qawîşan.    Nûçegihana Ajansa me Şehrîban Abû yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr,  rojnameger Nazan Sala, piştî ku bûyera Osman Şîban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da, yên li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin derxistin holê, di 9’ê Cotmehê de hatibûn girtin.    Her 4 rojnameger li girtîgehên lê diman, bi hinceta karantînaya vîrûsa koronayê di şert û mercên xirab de dihatin girtin. Hat diyarkirin ku piştî 14 rojan, rojnameger kirine qawîşên asayî.   Nûçegihana ajansa me Şehrîban Abî, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku ew bi rojnameger Nazan Sala re kirine qawîşekê 15 kesî.