Binefş Sarya: Bêrîtan sekna jina azad û têkoşer bû 2020-10-25 12:53:26   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Rojnamevan Binefş Sarya bi boneya salvegera 28'emîn ya Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bîranînên xwe yên pêre parvekirin û got: "Bêrîtan Hêvî ji nebûnê hebûn diafirand, bê navber li dijî hişmendiya zayendperest, serdest têdikoşiya. Wê bi çalakiya xwe gava yekem a artêşa jinê da avakirin. Ger ku îro em jin bi wêrekî rojnamevaniyê dikin ev bi saya têkoşîn bêrîtanê ye. Bêrîtan sekna jinan azad û têkoşer bû."   Jinên kurd, bi çalakî û berxwedana xwe tên nasîn. Li Dêrsimê di komkujiya ku di sala 1938'an de hat kirin jinên berxwedêr Besê û Zarîfe xwe ji zinaran avêtibûn. Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) jî ew jinên berxwedêr ji xwe re mînak girtin û di sala 1992'yan de ji bo teslîm nebe xwe ji zinar de avêt. Bêrîtan bê vê berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsî     Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1971'an de li gundê Solhan ê Çewlikê ji dayik bûye. Bêrîtan dema ku beşa wêjeya Ingilîzî li Stenbolê dixwîne tevgera azadiyê nas dike û bi komeke ciwanan re di 1991'an de beşdarî tevgera azadiyê dibe. Bêrîtan ji ber taybetmendiyên wê yên hezkirina pêşketinê, di navbera du mehan de dibe fermandar. Di sala 1992'an li çiyayê Kurdistanê di navbera PKK û PDK'ê de şer dest pê dike. Bêrîtan bi rêhevalên xwe yên jin ên gerîla re di çeperên pêş de cihê xwe digire.  Piştî ku cebilxana wan diqede Bêrîtan teslimiyetê ne ji bo xwe û ne jî ji bo şervanên din ên azadiyê napejirîne li beranberî îxanet û dagirkeriyê, di 25'ê Cotmehê de xwe li Xakurkê ji ser çiyayê Lêlkanê davêje û di encamê de jiyana xwe ji dest dide.    Bi wesîleya 27'emîn salvegera Gûlnaz Karataş (Berîtan Hêvî) rojnamevan  Binefş Sarya ku di zaroktiya xwe de Bêrîtan dîtiye û pêre demekê meye behsa têkoşîn, kesayet û bandora wê ya li ser kesan kir.   'Min Bêrîtan li koçberiyê de dît'   Binefşê di destpêka axaftina xwe de bahsa ku çawa Bêrîtanê nas kiriye kir û got: "Malbata min jî weke gelek malbatên kurd ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji ser axa xwe koçberbûne. Di salên 1989`an de em ji ber dagirkerî û kiryarên dewleta tirk koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûn,  lê ji ber zext û êrîşên dewleta tirk û Îranê ku gelek caran malbat bi mirinê re rû bi rû hîştin ango bavê min digirtin, gêrîlayên Kurdistanê pêwîstî dîtin ku em ji rojhilatê Kurdistanê jî derkevin. Min cara yekê Bêrîtan li Xakûrkê dît, lê ji ber em zarok bûn ew hêza me ya naskirina ferqa di navbera mirovan de tunebû."   'Ji nebûnê hebûn diafirand'   Binefşê di domandina axaftina xwe de behsa bîranînê wê demê kir û ev tişt got: "Ji ber di xeyalên zarokan de hemû zindî weke hevin û me ji gerîlla hez kiribû. Bêrîtan jî ji bo me weke gerîllayên din bû. Lê taybetmendiya wê ya herî zêde li ser min bandor kir ew bû ku dema em zarokbûn derfetên ku gerîla ji bo me cil û pêlavan bi qasî em dixwazin bibînin tunebû. Her wiha weke niha wê demê jî derfetên dirûnxaneyan jî tunebûn.  Ji ber vê Bêrîtan û çend hevalên jin yên dinê ji cilên xwe li gorî me qumaş jêdikirin û ji ber ta jî tunebû, tayê ku ew cil berê pê hatine dirûtin bi kar dianîn û bi destên xwe ji me re cil didirûtin. Dibêjin gêrîla ji nebûnê hebûnê diafirînin, Gûlnaz Karataş jî heman tişt dikir. Her wiha pêlavên me jî tûnebûn, kesên ku ji gêrlîa re pêlav dianîn nizanbûn ku zarok jî bi wan re dijîn, derfetên gêrîlayan jî tunebûn ku ji wan re çîrokên me bêjin. Loma tu çareserî bi destnexist ku ji bo me zarokan pêlavan peyda bikin. Şehîd Bêrîtan jî weke çareserî pêlavên mezin li gor lingên me qût dikir û li gorî lingên me didirûtin. Li ser vê bingehê ev nêzikatî û ferasata wê bandoreke mezin li ser kesayeta min çêkir.  Bê gûman ne tenê wê hemû gerîlayên jin ên li wê derê li ser kesayeta me dibûn xwedî bandorek zêde."   'Gerîla û xweza bi hev re dijîn'   Binefşê balkişand ser antî piropogandeyên dewleta tirk ên li hember gerîleyan û wiha got: "Dema ku em li Bakurê Kurdistanê bûn ez çar salî bûm, lê hinek tiştên balkêş hene ku di bîra zarokan de dimînin. Wê demê jî dewleta tirk bi gelê xwe dabû bawerkirin ku gerîlayên kurd xirabin. Lê dema ku em bi gerîlayan re jiyan, me rastiya ku antî piropogandaya dewleta tirk vala derdixe ya rast dît, wek ku tu di bihûştê de bijiyî. Di nava çiyanan de gerîla û xweza bi hev re dijîn. Ji xwe hez dikirin wiha ji xwezayê jî hez dikirin hezkirin. Vê jî bandor li ser me kir.  Raste em zarokbûn me zêde nikaribû ev analîz bikira, lê me ferq kir ku ev însanên li çiyayan dijîn bi hêzek mezin dikarin jiyaneke azad ji civak û gelan re ava bikin."   'Di her mijarê de pêşengî û fedekarî dikir'   Binefşê di dirêjahiya gotina xwe de diyar kir ku Bêrîtan mirovek fedekar bû û wiha domand: "Di 1991'an de desthilatdarî û dagirkeriyê pengaveke bejahî û hewayî da destpêkirin û  êrîşî çiyayên Kurdistanê kir. Ji ber ku em li Xakûrkê bûn em neçar man ku şahîdiya pêngavê û şer bikin. Dayika me ciwan bû û em jî zarok bûn.  Me tu caran şerê hewayî nedîtIbû, ji ber wê dema ku balafiran cara yekê topebaran kir, em tirsiyan. Loma gerîleyan em derbasî cihekî bi ewletir kirin. Wê demê heval Bêrîtan fermandar bû û pêşengiya her tiştî dikir. Dema me cih dughert wê ji me re xwarin çêdikir, bê gûman xwarin jî tunebû tenê ard hebû ew jî weke şorbe çêdikirin û li hev bela dikirin. Gêrîlayan para herî zêde didan me zarokan, lê ya ku herî zêde bala min dikşand Bêrîtan bû.  Ji bo ku em zarok an jî hevalên wê bixwin wê nedixwar.  Çend roj derbas bûn ji ber balafiran cihê erzaqan topbaran kir em bê xwarin man. Di wê navberê de heval Bêrîtan qetek nanê hişk ku bibû çend roj kiriye berîka xwe da dayika min. Dayika min wê demê zarok dimêjand loma pêwîst bû ku xwarinê bixwe ji bo ku şîr çêbibe. Dayikan hinek xwar yê mayî jî ji bo me zarokan hilanî. Vê gelek bandor li min kir.  Ji xwe me Bêrîtan zû bi zû nedidît, her ji çend rojan carekê me ew dîdît."   'Ji salên 1992'an de heta niha îxanet didome'   Binefşê  pêngava ku PDK'ê bi alîkariya dewleta tirk di sala 1992'an de dabû despêkirin bi lêv kir û got: "Piştî salekê di havîna 1992'an de şer careke din dest pê kir. Di 25'ê Cotmehê de li hember îxanetê û dagirkeriyê Bêrîtan dibe sembola têkoşînê. Di 1992'an de jî wekî îro  bi pêşengî û hevkariya PDK'ê û YNK'ê dewleta tirk êrîşên hewayî û bejahî li çiyayên Xakûrkê, Heftanîn û çiyayên bakurê Kurdistanê dan destpêkirin. Li dijî îxaneta Kurdan ya li hember Kurdan şehîd Bêrîtan li wê derê têkoşîneke ku mirov nikare bi tu şêwazî pênase bike da meşandin û xwe ji zinar de avêt. Gûlnaz Karataş (Bêrîtan)bû sembola şerê Xakûrkê, Heftanîn û Metîna yê.  Her wiha di kesayeta wê de ew şer gihîşte lûtkeya serkeftinê."   'Mezin û biçûkên mala me bi bandor bûn'   Binefşê behsa kêliyên bihîstina malbatê ya bi çalakiya şehîd Bêrîtan kir û wiha pê de çû: "Di wê demê de gundê ku em lê bûn yê pêşmergeyên PDK'ê û YNK'ê bû. Pêşmregeyên ku tevlî pengava dagirkeriyê dibûn cîranên me bûn, loma dema vedigeriyan malên xwe behsa şer dikirin. Di roja çalakiya şehîd Bêrîtan de pêşmerge hatin mal û gotin agirbest çêbûye û dê şer bisekine. Dayik û bavê min ji wan re gotin hûn diçin bi şev li hember gerîleyan şer dikin û hûn dizanin sê zarokên me jî Gêrîla ne, paşê jî hûn ji me re behsa şerê xwe dikin. Di wê navberê de pêşmergeyek dibêje hûn dizanin ku îro keçeke we xwe ji zinaran de avêt û şehîd ket. Dayika min jî meraq kir û ji wan pirsî 'we naskir navê wê çi ye gelo?', ew jî dibêjin 'me li ser cîhazan bihîstiye ku navê wê Bêrîtan e'. Wê demê bavê min ji wan re wiha got, 'Ma qey we çû li hember leşkerên Sedam û leşkerên tirk şer kir û Kurdistan rizgar kir ku hûn wiha bi rûmet diaxvine û behs dikin' û bavê min ew ji mal qewirandin. Di wan kêliyan de xwîşka min a ji min biçûktir ku ew du salî bû, serê xwe danîbû  ser çoka dayika min, serê xwe rakir û got ji niha û pê de hûnê ji min re nebêjin çîçek ji ber êdî navê min Bêrîtan e. Ji wê demê heta niha jî navê wê Bêrîtan e."   'Bêrîtan bû pira artêşbûyîna jinê'   Binefşê bandora çalakiya Bêrîtan Hêvî anî ziman û ev tişt got: "Bi şehadet û çalakiya şehîd Bêrîtan re gavên ber bi artêşbûyîna jinê ve hatin avêtin. Li ser xeta Bêrîtan artêşa jinê hat avakirin.  Bi şehîd Sema Yuce re jî bîrdoziya azadiya jinê hat avakirin û bi Zîlan re jî partiya jinê hat avakirin. Bi vê şêwazê tevgera jinan hat avakirin. Di roja îro de jî em dibînin ku çapemenî cenga Heftenînê û ev der Heftenîn e careke din ji devê gerîlayên jin tê bihîstin. Weke wê bi hezaran û deh hezaran gerîlayên jin ku bûne pêşeng û her ku çûne şer ji bo azadiyê dane meşandin. Em di roja îro de li hemberî hemû zilm û dagirkeriyê careke din têkoşînê dibînin. Loma em vê rastiyê di kesayeta birêz Bêrîtan de dibînin."   'Di her fersendê de têkoşîna bîrdozî dikir'   Binefşê bîranîneke din a xwe ya bi Bêrîtanê re jî wiha vegot: "Beriya şer dema ku em hîna li Xakûrkê bûn gerîlayên jin û yên xort wê çekê Bîksî rakirana û biçûna şer. Bêrîtan destê xwe dirêjî Bîksiyê kir ku rake, gêrîlayekî xort di wê navberê de jê re got bide min tu nikarî rakî. Şehîd Bêrîtan bersiva wî da û got 'Em li vir gerîla ne û di gerîlatiyê de cudatiya jin û mêr tune ye'.  Tevî ez zaro kbûm jî ew gotina wê ji bîra min neçû û ez jê bi bandor bûm ku heta niha di bîra min de ye. Ez wê demê ketim ferqa ku çima mêrek jinekê bê hêz dibîne.  Lê şehîd Bêrîtan ew xal jî veguherand têkoşîneke bîrdozî ya guhertin û veguhertina hişmendiya gerîlayên jin û xort."   'Bi keda Bêrîtanan rêxstina jinan  hatin damezirandin'   Binefşê destnişan kir ku bi keda Bêrîtanan rêxistina jinan hat damezrandin û wiha got: "Ji 1992`an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tevgerên jinan ên weke artêşa jin YPJ û Partiya jinê Kongreya Star avabûn, her wiha li başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê jî heman tişt. Her wisa YJA Star artêşa gerîlayên jin ku bi armanca parastina tevahî jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hat avakirin. Ev destkeftî hemû bi sala têkoşerên wekî Bêrîtanê ne. Dema min wê rojê li wêneyên şehîd Bêrîtan dinêrî di wê kêliyê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef li ser ekrana televîzyonê bû. Min li herdûyan jî nihêrî û min dît ku jinên ji bo azadiyê têkoşîn dane bi  xwe bawar in. Heger em îro dikarin rojnemevaniyê bikin em deyndarên wan şehîdan e. Ger ku şehîd Bêrîtan li kesayeta min bandor nekira dibe ku ez niha jineke ji rêz bûma."    'Bêrîtan sekna jina azad e'   Binefş herî dawî behsa bandora Bêrîtanê ya li ser kesayeta xwe kir û wiha bi dawî kir: "Bêrîtan û bi sedan gerîlayên weke wê di zaroktiya min de xeyalên jina azad, şerger û têkoşer dan avakirin. Heger ez îro jixwe bawer dikarim biaxvim bi saya van kesan e ku di kesayeta me de sekna jina ku li pey azadiyê bibeze dan avakirin. Loma heger cihekî ji bo azadiya jinan hebe ev tevger e.  Li ser xeta Bêrîtanan niha bi deh hezaran şervanên azadiyê hene, şer dikin û têkoşînê didin. Wê jinên li pey wan xeyalên wan bi cih bînin û xeta wan bişopînin."