Li Amedê mirina jinekê ya bi guman 2020-10-25 10:25:53     AMED - Li navçeya Peyasê jina bi navê Cennet O.  bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.    Li taxa Medya ya navçeya Peyasê ya Amedê jina bi navê Cennet O.(23)  di saetên êvarê de bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Li gel ku sedema mirina wê hîna nehatiye aşkerakirin hat îdakirin ku Cennetê întîha kiriye.