'Ji bo demsala zivistanê me sê proje amade kirin' 2020-10-25 09:12:53   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Komîteya Şaredariyên Herêma Firatê Meqbûle Bekî têkildarî amedekariyên şaredariya gel a ji bo pêşwaziya werza zivistanê wiha got: "Ji bo pirsgirêkên gel yên di zivistanê de nemînin, me ji despêka salê de sê pirojeyên girîng dan destpêkirin ku niha ji sedî 80 hatine  kirin."   Bajarê Kobanê ji ber êrîşên dijwar yên çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de, bi giştî hat rûxandin. Ji bo ji nû ve avakirin û sererastkirina avahiyên bingehîn yên bajêr şaredariya gel ya Kantona Kobanê ev 6 salin bê navber kar û xebatan dimeşîne. Têkildarî mijarê Hevseroka Komîteya Şaredariyên herêma Firatê Meqbûle Bekî axivî.    'Ji bo çareserkirina pirsgirêkên sala borî em dixebitin'   Meqbûleyê di destpêkê de behsa rewşa Kobanê kir û wiha got: "Ji ber ku şerekî dijwar di Kobanê de rû da, piraniya bajar xirab bû. Em jî weke şaredarî li gor derfetên di destên me de bê navber dixebitin. Di sala borî de herî zêde pirsgirêkên kanalîzasyon û xetên avê derketin pêş, loma ji bo çareserkirina van pirsgirêkên cidî û girîng me ji destpêka salê de dest bi sê pirojeyên cuda yên ziftkirin û sererastkirina riyan, çêkirina kanalîzesyonan û belavkirina xetên avê kir."    'Proje bi nîvî bûne'   Meqbûleyê di domandina axaftina xwe de berferehiya pirojeyan anî ziman û got: "Di salên borî de kîjan rê xirab dibû, me yekser ew çêdikir. Lê di vê salê de me rêbazên xwe guhertin ku komîteyek ji endezyaran hat avakirin. Endezyarên me kolan ango taxê ji aliyê axê, xetên avê û kanalîzasyoanan ve kontrol dikin û li gor kêmasiyên wê projeyê amede dikin. Me jî ser vê bingehê di despêkê de xetên avê dirêj kirin, paşê kanalîzasyon çêkirin û di dawiyê de li gor derfetan rê tên ziftkirin ango rastkirin. Li rex van pirojeyan li hember lehiyan me weke tedbîr rêçik çêkirin. Her wiha kolana Miheta ku yek ji kolanên serke ye û tevgera gel lê zêdeya bi dirêjahiya 7 km bi kevirê kilit hat çêkirin da ku gel bi rengekî rehet tevger bikin."   'Xebatên me berdewam in'   Meqbûle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser projeyan û wiha got: "Pirojeya çêkirina Kanalîzasyonan ji sedî 80 çêbûye, pirojeya dirêjkirina xetên avê ji sedî 30 çêbûye. Ev herdû piroje jî berdewam in heta ku bi dawî bibin. Her wiha pirojeya ziftkirina riyan diviyabû me 100 km çêkiriba, lê ji ber rewşa koronayê 50 km çêbûn. Rastkirina riyan jî ji sedî 70 km çêbûne."