'Windakirina Gulîstanê konsepta şerê taybet e' 2020-10-25 09:08:50   AMED - Adaleta Kaya destpêkirina nû ya xebatên ji bo lêgerîna Gulîstan Doku nirxand. Adaletê wiha got:"Di demên dawî de revandina jinan û piştre qetilkirina wan rewşeke bi guman e. Ev yek bi taybet li herêmên me pêş ketiye. Em difikirin ku ev yek konsepta şerê taybet a dewletê ye. Windakirina Gulîstanê konsepta şerê taybet a dewletê ye."   Li Dêrsimê di 5'ê Çileyê 2020'î de Gulîstan Doku ya ku Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê dixwend winda bû û heta niha tu agahî jê nayê girtin. Lêgerîna ji bo Gulistanê ya li Benda Uzunçayirê di 6'ê tîrmehê de hatibû betalkirin lê belê li ser berteka malbata Gulistanê dîsa hatibû destpêkirin û di 18'ê Tebaxê de bi gotina "di avê de nehat dîtin" dîsa bi dawî bû.   Dayika Gulistanê Bedriye Doku û xwişka wê Aygul Doku ji bo bertekê nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerînê bikin di 7'ê Îlonê de li Qada Seyit Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Lê Bedriye û Aygul bi agahiyên ew ê daxwazên wan bên cih di 11'ê Îlonê de çalakiya xwe bi dawî kirin.    Malbata ku di 24'ê Îlonê de bi Suleyman Soylu re hevdîtin kirin xwestin bi Serokkomar jî hevdîtinê bikin lê belê ev daxwaza wan hîn nehatiye bersivandin. Di 15'ê Îlonê de Walîtiya Dêrsimê ji bo Gulîstanê ragihand ku li Benda Uzunçayirê dîsa dest bi xebatên lêgerînê kirine.    Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya xebatên lêgerîna sêyem a ji bo Gulîstanê nirxand. Adaletê da zanîn ku bi van xebatana tenê tê xwestin ku rojev bê mijûlkirin.    'Em aqûbeta Gulîstanê nizanin'   Adaletê da zanîn ku ew ji bo aqûbeta Gulîstanê gelek carî çûne Dêrsimê û wiha dewam kir:"Ji bo îfadeyê bangî gumanbar Zaynal Abarakov nekirin. Bi vî awayî dixwazin têgihandinekê çêbikin ku Gulîstanê întixar kiriye. Em aqûbeta Gulîstanê nizanin. Tevî hemû israra malbatê li dijî avê li tu derê dinê xebatên lêgerînê nehatin kirin. Bersûcên vê bûyerê bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Di her aliyê cîhanê de têkildarî jineke winda bûye yekemîn lêpêrsîn derbarê mêrê bi wê re têkilî daniye dest pê dike. Lê belê li vî welatî hema hema ne pêkan e ku tiştekî wiha hebe. Çimkî jin li vir ji aliyê mêrê nêzî wan ve tên kuştin."   'Windakirina Gulîstanê konsepta şerê taybet e'   Adaletê da zanîn ku ew bawer nake Gulîstanê întixar kiribe û tiştekî din heye û wiha got:"Tevî ewqas xebatên lêgerîna ji bo Gulîstanê heger Gulîstanê ji avê bê derxistin jî ew ê ev bibe rewşeke bi guman. Em ê tu carî dev ji pirsa ji bo Gulîstanê bernedin û em ê ji bo vê her biqêrin. Her roj jinek tê qetilkirin. Lê di demên dawî de revandina jinan û piştre qetilkirina wan rewşeke bi guman e. Ev yek bi taybet li herêmên me pêş ketiye. Em difikirin ku ev yek konsepta şerê taybet a dewletê ye. Windakirina Gulîstanê konsepta şerê taybet a dewletê ye.   'Tundiya derûnî her ku diçe zêde dibe'   Adaletê da zanîn ku jinên ku dixwazin dev ji mêrê pê re têkilî danîne berde wê demê destdirêjî, tecawiz li wan tên kirin an jî tên kuştin û windakirin û wiha got:"Divê jin xweparastina xwe pêş bixin. Divê ev yek li her derê ji jinên ciwan re bê ravekirin. Ji ber şerê li dijî jinên kurd ew berê xwe bi vî hawî didin jinên kurd. Em jin vê yekê dizanin û em li gor vê yekê tev digerin. Em bawer in ku jinên baweriya wan bi wan hebin û bi hêz bin ew ê vî şerî vala derxin."