Ji şandeya jinan a êzidî Zehra Xelef: Saziyan piştgirî da me! 2020-10-25 09:05:26   Medya Uren   MÊRDÎN - Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xelef, di nava Şandeya Jinan a Êzidî de cih digire bal kişand ser hevdîtinên ku li Bexdayê pêk hatî û got: “Hevdîtinên me berdewam dikin. Gelek sazî erênî nezî daxwaza me bûn û piştgiriya xwe ragihandin.Hikûmeta Herêmê jî îdia dike ku peyman ji bo vegera hêzeke li Şengalê nehatiye îmzekirin. Lê ev ji bo me nakokî ye.    Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, di 9’ê cotmehê de, têkildarê Şengalê hevpeymanek îmze kiribûn. Du şandeyên ku ji jinên êzidî pêk tên, li ser vê yekê çûn Silêmanî û Bexdayê hevdîtin pêk anîn. Şandeya ku ji 15 jinan pêk tê li Bexdayê hevdîtinên xwe berdewam dikin. Şande bi gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xelef di nava şandeyê de cih digire derbarê armanca hevpeymanê û helwesta civaka êzidî de ji ajansa me axivî û pirsên me bersivand.   *Piştî rizgariya Şengalê li vir pergala jiyanekê nû hat avakirin. Hûn dikarin qala pergala nû bikin? Her wiha pergala jiyana nû çima bû hedef?   Tê zanîn di 3’yê tebaxa 2014’an de me fermana 73’emîn ji hêla DAIŞ’ê ve pêk hat. Di wê demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şengal firotin. Bûn sedema komkujiya bi hezaran mirovan. Piştî ku hat firotin civaka Êzidî rabûn ser xwe. Bi piştgiriya şervanên Tevgera Azadiyê Şengal hat rizgarkirin. Di oxira azadiya axa xwe me bi canê xwe bedel dan. Piştî ev qas êş û zilmê, me zanî ku azadî mafê me ye em pê hesiyan.    Me berjewendiyên civakê esas girt   Me êdî li vir pergala jiyanek nû da avakirin. Me xweseriya xwe ava kir. Ango bi komîsyonên hatine avakirin re Şengal tê birêvebirin. Pergala hevserokatî û xebatên  wekheviyê li gorî berjewendiyên civakê esas hatin girtin. Di aliyê parastin, aborî û ramyariyê de ango di hemû aliyên jiyanî de me xwe birêxistin kir. YBŞ û YJŞ rêxistina parastinê ya ku ji ciwanên Şengalê pêk tên hatin avakirin. Armanca avakirina vê hêzê ji diyar e. Li hemberî hemû hêzên ji derve û firotinan mertalek û hêzek ya xweparastinê ye. Modela pergala xweseriya demokratîk li vir hat avakirin.    Dixwazin vîna êzidiyan bişkînin   Hêzên ji bo berjewendiya xwe li ser Şengalê lîstikan dilîzin dizanin ku êdî nikaribin li vir hikmê bikin û bikarbînin. Di qada ramyarî û aborî de ji wê feydeyek ji wan re çênebe. Ji ber vê yekê ji êrişeke raste rast li dijî pergala nû pêkhat. Her wiha Şengal qadekî stratejîk ya bazirganiyê ye ku naxwazin ji dest bidin. Ev yek jî ji wan re gefek e. Ji ber vê yekê ji dixwazin vîna li vir hatiye avakirin bişkînin. Lê wê tucarî nikaribin vê armanca xwe bi serbixin. Em ê nehêlin lîstokên wan yên 2014’an dubare bên lîstin. Civaka Şengalê dê destûra nede vê yekê."    *Armanca hevpeymana Bexda û Hewlêrê çiye? Dê bandorek çawa li ser civaka êzidî û bi tayberî li ser jinê bike? Li hemberî peymanê şandeyek hat avakirin hûn dikarin behsa şandeyê û armanca şandeyê jî bikin?   Weke ku min di pirsa yekem de ji diyar kir civaka Şengalê rastî gelek bê mafiyan hat û tucarî hikûmeta Herêma Kurdistanê parastina me nekir. Em bi êrişên nîjadperest, olperest û zeyendperestiyê hatin. Ji her aliyê êrîşê me kirin. Piştî ewqas zordariyê me xwesertiya xwe bi bedelên giran bi dest xist. Lê me qet bawer nedikir ku dê dubare dest bi bazara Şengalê bikin. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Şengalê peymanke nû îmze kirin. Cardin vîna civaka êzidî ji nedîtî ve hat dîtin. Dixwazin bi peymanê re cardin civaka êzidî ji holê rakin. Pergala ku me daye runiştandin xweseriya demokratîk e ku li dijî zayendperestî, nîjadperestî û olperestiyê ye. Îro ev pergal di hedefa wan de ye. Bê guman ji serketina vê armancê wê hemû qadê civakê jê bandor bibin, bi taybet jî jin.   ‘Em ê xwe biparêzin’   Li hemberî tune hesibandinên vîna êzidiyan me şandeyek ku ji jinan pêk tê ava kir. Ev demekê em li Bexdayê ne û em hevdîtina pêk tînin. Her roj 2 hevdîtinên me pêk hatin. Ev hevdîtinên me ji bi sazî û dezgehên siyasî re pêkhatin. Bi taybet bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Heşd-î Şabî re, bi parlamenterên Iraqî re, bi rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Iraqê re, rêveberên îstixbarata Iraqî re, rayedarên Neteweyên Yekbûyî re û di asta jor de me hevdîtin pêk anî û em axivîn. Her wiha hevdîtinên me bi sazî û dezgehên hiqûqî û parastina mafên mirovan dikin re dê bidomin. Ev hevdîtinên me hîna jî berdewam dike. Ez ji di nava koma Bexdayê de me. Li vir me bertekên xwe li hemberî peymanê da nîşa da û me diyar kir ku wê ji îro şûnde tu hêz nikaribin destdirêjiyê li Şengalê bike. Me got Şengal têra xwe û pêwîstiya me bi tu kesan nîne. Em ê xwe xwedî bikin û biparêzin jî. Kesên ku bûn sedema firotina me dikarin her tim wisa jî bikin.    * Di hevdîtinên ku we pêk anîn de nêzîkatiya sazî û partiyên siyasî çawa bû?    Encamên ku heya niha me ji hevdîtinan girtine erênî bûn. Ji xwe 3 xalên me yên girîng hene. Yek ji wan dad, xweserî û îradeyekê serbest. Li gorî van xalan me encamên baş bi destxistin. Gelek saziyên ku pêşwaziya me kirin erênî nezî gotinên me dibûn. Di axaftinên xwe de piştgiriya xwe dianîn ziman. Her wiha Hikûmeta Herêmê îdia dike ku peyman ji bo vegera hêzekî li Şengalê nehatiye îmzekirin û ligorî îdiaya hikûmetê armancek wan wisa nîne. Li gorî me ev tişt dibe sedema nakokiyan.    * Parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistanê li hemberî biryarê çima bêdeng in? Her wiha hûn nêzikatiya parlamenterên parlamentoya Iraqê çawa dinirxînin?   Peymana ku hatiye îmzekirin tifaqeke aborî û siyasî ye. Li ser vî xakî ji herkes li gor berjewendiyên xwe yên kesî tev digerin. Ji ber vê yekê ji bêdeng mayîna wan em şaş neman. Lê Şengal ne qadekî siyasî ye, ne jî qadekî bazarê ye jî. Çi qasî parlamenterên Iraqê û yên Herêma Federal a Kurdistanê bê deng bimînin jî, me çawa duh xwe parast em ê îro ji xwe biparêzin û destûra firotinê nadin wan. Şehîdên me namûsa me ne. Em tucarî destûrê nadin tişte wisa. Em tucarî dev jî berxwedanê bernadin û paşve gav nevêjin. Em weke civaka êzidî sekna xwe ya li hemberî wan didin nîşandan. Em ê destûrê nedin lîstokên wan ên qirêj.   Bila êzidî vegerin ser axa xwe   Civaka me yê êzidî di her şikestinê de bêhtir bi hêz dibin. Mam Zekî qetil kirin, Zerdeşt qetil kirin. Lê me bêtir li dijî êrîşan destê hev girt. Malbatên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê koçber bûn vegeriyan ser avahiyên xwe. Ev peyamek ji bo kesên ku dixwazin me tune bikin hat amadekirin. Niha ji daxwaza me ji civaka êzidî ew e ku li hemberî êrişan bibin yek, çand û ola xwe biparêzin. Bila êzidî vegere li ser axê xwe. Şengal warê me ye û em nadin destê hêzek din.    Bangewaziya me ji hemû hêzên din re heye; em di nava axa xwe de hêzek din naxwazin. Ne pêşmerge, ne Hêzên Heşd-î Şab, ne jî eceman dixwazin. Bila kes li ser navê parastinê neyên ser xaka me. Em têra xwe dikin. Yên ku parastina me dikin YBŞ û YJŞ ye. Bila bêyî vîna me derbarê me de biryar neyên girtin û peyman neyên îmzekirin. Êdî Şengalê nekin lîstok û nefiroşin. Em ji cîhanê re dibêjin em hene, em êzidî ne û em li vir in. Em dest ji axa xwe bernadin.