TJA'yê berê xwe da gundên Dêrikê: Em ê axa xwe biparêzin 2020-10-24 16:12:12   MÊRDÎN - TJA îro di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li gundên Beyruk û Tilbisima Dêrikê bi jinan re civiyan. Jinan di hevdîtinê de gotin: "Dê axa xwe, keda xwe û bedena xwe li dijî her cureyên êrîşan biparêz in."    Xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de bi hemû leza xwe berdewam dike. Çalekvanên TJA’yê îro li gundê Beyruk a Dêrikê bi kedkarên zeytunan re û li gundê Tilbisimê ya Dêrikê bi dayikan re civiyan. Di civînê de çalekvana TJA’yê Aliye Tok axivî.   Aliye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe û got: "Em ê xaka xwe, keda xwe û bedena xwe ji hemû cure êrişan biparêzin. Ji çar aliyan ve êrişeke dijwar li ser Gelê Kurd tê meşandin. Bi hişmendiyek qirêj ev êriş tên meşandin. Dibêjin kesên ber diavêjin tomayan bila hînê eroyin û fihuşê bibin. Bi vî rengî dixwazin me tune bikin. Divê dayik û ciwan şiyar bin ku êriş herî zêde li ser wan tê meşandin. Yek ji van çekên êrişên polîtîkayên taybet ji tecrît e. Divê were zanîn ku heya tecrît neyê şikandin jin û civak ji negihijin azadiyê."   Jinan di hevdîtinan de li ser rewşa xwe axivîn û ji bo pêşerojê pêşniyaran kirin. Çalekvanên TJA'yê rastî eleqeyek mezin hatin û çalekiya xwe bi coş bi dawî kirin.