'Em li ser xeta Bêrîtanê jiyana xwe ava bikin' 2020-10-24 15:45:04   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bi daxuyaniya ku da, di 28'emîn salvegera Têkoşera Azadiyê ya Kurd Gulnaz Karataş de ew bîr anî û wiha got:"Di vê pêvajoya ku rehên îxanet û hevkariyê belav bûye de Bêrîtanê bi çalakiya xwe îxanet û radestî vala derxistiye."    Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'yan de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin tevî zext û polîtikayên şer ên taybet ên li dijî Gelê Kurd ew ê têkoşîn bidome.    Di daxuyaniyê de wiha gotin:   "Têkoşîna Jina Kurd di her serdemê de li dijî xeta îxanet û hevkariyê têkoşîna xwe dewam kiriye. Di têkoşîna gelên di bin mêtingeriyê de jinan her dem pêşengiya têkoşînê kirine. Ji van jinan yek jê Bêrîtan e. Di vê pêvajoya ku rehên îxanet û hevkariyê belav bûye de Bêrîtanê bi rihê têkoşîna Rindêxan, Zarîfe û Besê yan bi çalakiya xwe îxanet û radestî vala derxistiye.    Li dijî zext û girtinên li dijî Têkoşîna Jina Kurd di vê pêvajoyê de em gav ji serîhildana xwe paş navêjin û em li ser xeta Bêrîtanê jiyana xwe ava dikin. Em di 28'emîn salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de di şexsê Bêrîtan de hemû jinên têkoşer bi bîr tînin û em dibêjin em ê xwedî li mîrateya wan derkevin û rêwîtiya xwe bidomînin.    Em li ser vê bingehê wekî Tevgera Jinên Kurd li dijî şer, qirkirina siyasî, destdirêjî, tecawiz, qirkirina jinê bi dirûşma "Em xwe diparêzin" li dijî hemû tundiyê em xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin."