Kongreya Star ji bo piştgiriya hêzên parastinê meşiya 2020-10-24 15:17:55   KOBANÊ - Bi armanca piştgiriya hêzên parastinê endamên Kongreya Star li Herêma Firatê bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" meşeke girseyî li dar xistin.    Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de ya li dijî êrîş û dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hedefgirtina jinan ku di 8'ê Cotmehê de dest pê kirbû, îro jî ji bo piştgiriya hêzên parastinê û bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" meşeke girseyî  hat lidarxistin. Meş bi beşdariya bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiyên Siyasî hat lidarxistin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya.   Piştî deqey rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Berdevka Kongreya Star ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî.   Mizgînê berxwedana parezvanên rûmetê silav kir û wiha got: "Hêzên parastina rûmetê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li dijî tevahî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk şer kirin û gelê xwe parastin. Şervanên me ji Kobanê ber bi Minbic, Reqa û herî dawî Dêrezorê soza serkeftinê dan û bi cih anîn. Loma ew bûn sembol û pêşengên jinên vê şoreşê. Em jî weke Kongreya Star berxwedan û têkoşîna wan silav dikin û dibêjin çawa ku hûn li dijî DAIŞ'ê bi serketin, em ê li dijî hişmendiya serdest  û dagirkeriyê têkoşîn bikin û bi ser kevin."   Meş bi dirûşma"Jiyan jiyan azadî" bi dawî bû.