Şêniyên Qamişloyê meş li dar xistin 2020-10-24 14:31:40   QAMIŞLO - Îro  bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê meşek girseyî ji bo piştgiriya hêzên YPJ/YPG'ê hate lidarxistin.     Pêngava Rêxistina Jinan a ku bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" di 8'ê cotmehê de dabûn destpêkirin bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Bi armanca piştgiriya hêzên YPJ/YPG'ê Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê meşek girseyî bi tevlîbûna bi sedan jinên Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên YPG/YPJ'ê hatibû hildan. Meş ji Qada Şerq dest pê kirin heta Goristana Delîl Saroxan veguherî mîtîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama  Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl wiha got: "Îro em li dijî hemû êrîşên li ser jinê li ser piyan in. Dewletên navneteweyî îro dixwazin jina ku civakê bi rêxistin dike armanc bigire. Her wiha bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze deskeftiyên jinan tune bike. Em li hember van kiryaran bêdeng namînin ji ber em hemû YPJ ne. Şoreşa me bi şoreşa jinê tê nasîn û hêza me YPJ mohra xwe li dîrokê da, ji bo wê li hember hemû êrîşan em ê li ser piyan bin û nehêlin hebûna me were tunekirin. Em ê bi îrade û bi fikrek azad her dem piştgiriya keç û xortên xwe bikin."   Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê" bi dawî bû.