Mala Êzidîyan: Îradeya me hebûna me ye 2020-10-24 12:30:57   HESEKÊ - Mala Êzîdiyan a gundê Berzanê peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de li ser Şengalê hatiye îmzekirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Bi armanca şermezarkirina peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê de Mala Êzîdiyan a gundê Berzanê yê girêdayî Kantona Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber navenda Mala Êzîdiyan bi tevlîbûna bi dehan ji welatiyên Kurdên Êzidî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo ve hate xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em zarokê Ola Êzidî ne, di her qonaxekê de me zerarek neda tu kesî. Çiyayê Şengalê û şêniyên wê bûn çavkaniya stranên ku qala evîn û hevaltiyê dikin. Di 3'yê tebaxa 2014'an de niştecihên Şengalê bi dengê guleyan şiyar bûn, ku çeteyên DAIŞ’ê bi navê ola Mislimantiyê êrîşî Şengalê kir da ku Kurdên Êzidî qir bike. Di wê êrîşa dijwar de hikûmeta Başûrê Kurdistanê parastina me nekir, xwe kişandin. Zarokên me hatin qetilkirin, jin hatin revandin, tecawiz kirin û malên me talan bûn. Wê kî hesabê vê fermanê bide gelo? Yên ku bi hewara dayik û zarokên me hatin û parastina Şenglê kirin YPJ/YPG bûn. Piştî rizgarkirina Şengalê, êdî îradeya gelê Şengalê, hêz û artêşa wan a YJŞ/YBŞ'ê hate avakirin û îro ew parastina me dikin. Îro bi peymanên wiha dixwazin îradeya gelê Şengalê tune bikin. Ev komployek nû ya li dijî Kurdên Êzidî ye. Em vê yekê qebûl nakin û baweriya me bi tu kesî nayê. Em weke Kurdên Êzidî peymana hikûmeta Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê îmze kirine qebûl nakin. Em dibêjin we di rojên teng de parastina me nekir, îro hûn bi çi heqî tên peymanan li ser hesabê binxistina mafên Kurdên Êzidî îmze dikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Îradeya me hebûna me ye" bi dawî bû.