Girtiyên jin ên li Kirmanşanê bi êrîşê re rûbirû man 2020-10-24 12:14:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên taybet yên rejîma Îranê êrişî girtiyên jin yên li girtîgeha Kirmaşanê kirin. Di encamê de gelek jin birîndar bûn.   Di 21’ê cotmeha 2020’an de komek jinên li girtîgeha navendî ya Çaksazî û rejîma Îran yên li bajarê Kirmaşan, dijî rewşa girtîgehê û sînordarkirina peywendiyên telefonê, nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Piştî nerazîbûna girtiyên jin, hêzên taybet yên rejîma Îranê li girtîgehê bi ser odeyên jinên girtî de girtin. Li gorî agahiyan jinên girtî bi êrîşê re rûbirû mane.    Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, di encama êrişê de komek jinên girtî birîndar bûne û ji ber gaza hatî avêtin gelek girtî nekarîne bêhnê bigirin.  Tê gotin ku piştî derb û lêdanê, jinên girtî yên bi navê Şino Rehmetî û Fatme Rehîm avêtine hûcreyên take kesî yên girtîgehê.