'Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê' 2020-10-24 09:21:17   WAN - Jinên Wanî yên ku anîn ziman ew tevî hemû zextan dev ji axaftina bi zimanê xwe bernadin û bang kirin ku hemû kes bi zimanê xwe biaxivin.    Lîstika Bêrû ya Dario Fo ya Koma Şanoyê ya bi navê  Teatra Jiyana Nû ya MKM'ê ku di bernameya cotmehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de cihê xwe digirt di saetên dawiyê de ji aliyê muduriyeta emniyetê ve bi hinceta "Dikare pergala cemaweriya giştî xera bike" hatibû betalkirin. Ji bo betalkirina lîstikê daxwazname ji qeymeqamtiyê re hatibû şandin û piştre lîstik hatibû betalkirin.     Bêtehemuliya li dijî Zimanê Kurdî bi bertekan hatibû şermezarkirin. Li ser medyaya civakî gelek bertek ji bo vê bêtehemuliyê hatin nîşandan. Welatiyên Kuçeya Bayirli ya Wanê bertek nîşan dan û anîn ziman ku bila herkes bi Kurdî biaxive û li dijî vê yekê bisekinin.    'Ji bo zimanê kurdî bila têkoşîn bê mezinkirin'   Sosin Alpapak da zanîn ku divê hemû kes ji bo zimanê kurdî têkoşîna xwe mezin bike û wiha got:"Ez wekî kurd ji dayik bûm, ez kurd im. Ez ji bîr nakim ku kurd im. Em ji bo gelê xwe têdikoşin. Em dixwazin kurmancî li her derê bê axaftin. Divê herkes kurdî biaxive. Ez bi tirkî nizanim tenê bi zimanê dayika xwe diaxivim. Dema ez diçim saziyeke fermî ez mecbûr dimînim ku kesekê/î bi xwe re bibim."   'Nikarin ji me re bêjin bi tirkî biaxivin'   Azime Tunç diyar kir ku bi şer ne kurd ne jî tirk diqedin û wiha got:"Ez dixwazim şer bi dawî bibe û girtî hemû bên berdan. Kesên derketin serê çiyê gelo belasebe çûn? Wan jî êdî ev zilm qebûl nekir. Em aramiyê dixwazin. Em çawa ji tirkan re nabêjin 'bi kurdî biaxivin' divê em jî ji me re nebêjin 'bi kurdî neaxivin'. Bila laz, tirk, ereb bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me bi Kurdî ye em ê jî bi Kurdî biaxivin. Bila kurd têkoşîna xwe bidomînin."   'Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê'   Hanim Tunç da zanîn ku divê zimanê Kurdî bibe yê perwerdeyê û wiha got:"Ez dixwazim zarok bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin. Nikarin ji vê saetê şûnde tirkî hînî min bikin. Ez zimanekî dizanim ew jî Kurdî ye. Ez hemû zextên li ser zimanê Kurdî lanet dikim. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ger bê qedexekirin jî em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em nabêjin 'xwezî em tirk ban'. Welehî em kurd in."