'Peyman tê wateya têkbirina vîna Şengaliyan' 2020-10-24 09:18:46   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Cîgira Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî hevpeymana di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de wiha got: "Ev lihevkirin berdewamkirina fermana 73'an e. Loma ji her demê zêdetir divê gelê Şengalê xwedî li pergal û xweseriya xwe derkeve û biparêze."     PDK'ê û hikûmeta Iraqê di 9'ê Cotmehê de li ser Şengalê peymanek çêkirin. Têkildarî mijarê Cîgira Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê Emîne Bekir nirxandin kir.    'Peyman tê wateya têkbirina vîna Şengaliyan'   Emîneyê diyar kir ku peymana li ser Şengalê li derveyî îradeya Şengaliyan pêk hatiye û wiha got:"Hinek tedbîrên ewlehiyê divê berî salên 2014'an bihata girtin da ku pêşî li komkujiya DAÎŞ'ê pêk anî bigirta. Ev nêzîkatî ji me re diyar dike ku  dema ev gel di rojên dijwar û zor de derbas dibû ji aliyê herdû hikûmetan ve jî xwedîderketina li Şengalê çênebû. Lê piştî ku gelê Şengalê xwe ji nû ve bi rêxistin kirin, pergala xwe ava kirin û bûn xwedî vîneke xurt me dît Şengal bû rojev. Li ser vê bingehê ev hevpeyman di asta yekem de dikeve xizmeta dijmin û bi taybet dewleta tirk. Her wiha tê wateya tunekirin û qirkirina vîna gelê Şengalê. Peyman tê wateya têkbirina vîna Şengaliyan."   'Ev peyman rêya qirkirina Gelê Kurd vedike'   Emîneyê da zanîn ku lihevkirina ser Şengalê têkoşîn û keda bi salan înkar dike û wiha got:"Gelê Şengalê di dirêjahiya van 5 salan de Rêveberiyeke Xweser û serbixwe ava kir. Ji aliyê xebatên xizmetguzarî, rêxistinî, perwerdehî û parastina jiyana xwe ji nû ve xebat kirin. Lê ev lihevkirin têkoşîn û keda ku di van salan de hatiye kirin û dayîn înkar dike. Her wiha li gor bendên hevpeymanê qaşo ew dixwazin ewlehî û aramiya Şengalê biparêzin, heger armanc ev be di dema komkujiyê de hûn li ku derê bûn? We çima ev gel bi tenê hîşt? Her wiha nêrîna gelê Şengalê ji bo vê hevpeymanê nehat girtin, bi giştî ev siyaseta niha li ser Şengalê tê meşandin riya berdewamkirina qirkirina Gelê Kurd vedike."    'Armanc tunekirina vîna Gelê Kurd e'   Emîneyê bi lêv kir ku peyman bi biryara hêzên navneteweyî jî hatiye çêkirin û wiha pê de çû:"Pergala li Şengalê hatiye rûniştandin heman pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Herdu jî rêveberiyên xweser û serbixwe ne. Lê ev pergal ji aliyê hêzên serdest û hegemonîk ve bi tu awayî jî nayê qebûlkirin, loma di her fersendê de lihevkirin û koployan çêdikin. Lewra êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê li Şengalê didomin, armanca wê jî tunekirina vîna Gelê Kurd e û hilweşandina pergala wan e. Bi taybet dewleta tirk jî metirsiya xwe ya herî mezin ew e ku gelên Tirkiyeyê bi vê pergalê bandor bibin û li dijî hikûmeta Erdogan serî hildin, ji ber vê her tim bala gelê xwe dikşîne derve. Mijara din ew e ku ev lihevkirin di fermiyetê de di navbera PDK'ê û hikûmeta Iraqê de ye, lê di rastî û pişt perdeyê de bi pêşengiya hêzên navneteweyî tê kirin."   'Lihevkirin berdewamkirina fermana 73'an e'   Emîneyê diyar kir ku ew ê ligel Şengaliyan bin û wiha bi dawî kir:"Ev lihevkirin berdewamkirina fermana 73'an e. Lê di sedsala 21'emîn de gelek guhertin û veguhertinên berbiçav di nav Kurdên Êzidî de çêbûn, di dirêjahiya dîroka Kurdên Êzidî de ev derfeta yekemîn bû ku xwe weke hêz bi rêxistin bikin, li ser lingê xwe bisekinin û di asta cîhanî de bibin xwedî hebûn. Loma ji her demê zêdetir divê gelê Şengalê xwedî li vê derfetê derkevin û biparêzin. Em jî weke Rêveberiya Xweser berxwedaniya gelê Şengalê silav dikin û em dibêjin erka civaka navneteweyî ye ku gelê Şengalê ji fermanan biparêzin. Her wiha li şûna ku piştgiriya lihevkirinê bikin divê fermiyeta Şengalê û pergala wê bidin qebûlkirin."