'Ji bo xweparastinê em kolan bi kolan digerin' 2020-10-24 09:13:11   Medya Uren    MÊRDÎN  - Li Mêrdînê çalekvanên TJA'yê kolan bi kolan digerin û behsa kampanyaya xwe "Em xwe diparêzin" dikin. Çalekvana TJA'yê Aliye Tok diyar kir ku li Mêrdînê kuştin û mirina jinan a bi guman zêde dibe û got: "Em ê li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê xwe bi rêxistin bikin û biparêzin."    Di demên dawî de li Mêrdînê bûyerên êrişên zayendî, şîdet û kuştina jinan gihiştiye asta herî jor. Li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê heta îro jî tu gavek nehatiye avêtin. Serbestberdan û ceza negirtina êrîşkar û tecawizkaran dibe sedema zêdebûna kuştin û şîdeta li hemberî jinê. Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî polîtîkayên taybet ên şer û şîdetê bi navê "Em xwe diparêzin" kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya jinan li Mêrdînê bi xebat û çalakiyên cuda tê meşandin. Aktîvîstên TJA'yê kolan bi kolan digerin û xwe digihînin jinan û bangewaziya xwe parastinê dikin. Derbarê mijarê de çalekvana TJA'yê Aliye Tok ji ajansa me re axivî.    ‘Di nava 5 mehan de 10 jin jiyana xwe ji dest dan’   Aliye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jinên ku jiyana xwe ji dest dane û got: "Li Mêrdînê di nava 5 mehan de 10 jin bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev tişt li bajarên din ên Kurdistanê jî hene. Ev tişt di encama polîtîkayên îqtidarê de derdikevin holê. Armanc wan tunekirina exlaqa civakê ye. Di vê dejenerasyonê de para îqtîdara AKP- MHP’ê gelekî zêde ye. Ev sîstem ji dixwaze qetlîama jinan rewa bike. Bi taybet ji di demên dawî de ji çawiş û polîs di bin navê hezkirinê de jinên kurd dixapînin û destdirêjiyê dikin. Di encamê de jî jin an dawî li jiyana xe tînin û an jî tên kuştin. Di nava 5 mehan de 10 jin jiyana xwe ji dest da, lê belê jinên xebera me jê çênabin ji zêde ye. Bûyerên wisa tên veşartin. Li dijî van yekan xebatên me hene. Yek ji van xebatên me yên girîng ji kampanya ‘Em xwe diparêzin’ ya TJA’yê ye."   ‘Li gund, navçe û bajaran polîtîkayên îqtîdarê hene'   Aliye, destnîşan kir ku îqtîdar û daraz dibin sedema mirina bi hezaran jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Polîtîkayên dewletê xwe li her cihî pêkan e û wekî gund, navçe û bajaran dide meşandin. Di bin navê namûsê de bi hezaran jinên me tên qetil kirin yan ji neçarê xwe kuştinê tên kirin. Mêrên ku dibin sedema van yekan jî di darazê de bê ceza dimînin. Li Mêrdîn û Şirnexê me mînakên vê dîtin. Jin û zarok bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin lê tecawizkar nayên girtin. Kujer bi hinceta 'rewşa wan a baş' li pêş dadê tên efûkirin.”   ‘Em ê xwe bi rêxistin bikin û biparêzin’   Aliye, diyar kir ku li dijî şîdetê xebatên me hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî hemû cureyên şîdeta li hemberî jinê me kampanyaya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em kolan bi kolan digerin xwe digihînin jinan. Em ê polîtîkayên qirêj yên îqtîdarê ji herkesî re bêjin. Em ê li hemberî wê ji sekna xwe nîşan bidin. Em jin dê bi hev re xwe biparêz in. Em ê xwezaya xwe, dîroka xwe û erdnîgariya xwe biparêzin. Em ê ji ber vê yekê ji şev û roj bixebitin. Em ê xwe birêxistin bikin û biparêzin.”