ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'Î 2020-10-24 09:00:00   *Endama Koma Şanoya Hêvî Yekta Ronahî Herekol, diyar kir ku bi qedexeyan dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin û got: "Li dijî qedexeyên lîstîkên bi kurdî divê şanoger û ciwan xwedî li şanogeriya bi kurdî derkevin." BI DÎMEN    *Jina bi navê Fatma Ehmed a ku karê dirûnê dike, di derbarê karê xwe de wiha dibêje: "Ev 25 sal in ez karê dirûtinê dikim. Divê aboriyeke serbixwe ya jinê hebe da ku debara xwe bi rê ve bibe." DÎMEN HEYE   *Xuşka girtiya nexweş Zeynep Tekîn a ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'ya Şirnexê de ye Fatma Tekîn, daxwaza tahliye kirina xwîşka xwe kir û got: "Xuşka min li derve tedawî didît, lê niha di hindir de ye û tedawiyê nabîne. Daxwaza me ew e ku Zeynep û hemû gîrtiyên nexweş bên tahliyekirin."  BI DÎMEN   * Jina bi navê Nayima Eqîl ku dayika du pakrewanên azadiyê ye, têkildarî Dayikên Şemiyê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve her bi êrîşan rû bi rû dimînin wiha got:"Dewleta tirk xwedî hişmendiyeke faşîst e ku dayikan binçav dike, mafê wan ê rewa binpê dike û dixe zindanan. Êrîş û girtina Dayikên Şemiyê bê exlaqiya dewleta tirk nîşan dide." DÎMEN HEYE   *Jinên ku li bazara Wanê danûstandinê dikin ji buhabûn û krîza aboriyê bi gazincin û gotin: "Em bi 100 TL'yê tên bazarê lê em deyndar vedigerin malên xwe. Em nikarin daxwazên zarokên xwe pêk bînin û em nikarin karekî bikin. Hikûmet dibêje rewşa aboriyê baş e, heke baş be ev rewş çi ye?" DÎMEN HEYE    * Li Mêrdînê çalekvanên TJA'yê kolan bi kolan digerin û behsa kampanyaya xwe "Em xwe diparêzin" dikin. Çalekvana TJA'yê Aliye Tok diyar kir ku li Mêrdînê kuştin û mirina jinan a bi guman zêde dibe û got: "Em ê li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê xwe bi rêxistin bikin û biparêzin."  BI DÎMEN    *Cîgira Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî hevpeymana di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de wiha got: "Ev lihevkirin berdewamkirina fermana 73'an e. Loma ji her demê zêdetir divê gelê Şengalê xwedî li pergal û xweseriya xwe derkeve û biparêze." DÎMEN HEYE    *Jinên Wanî yên ku anîn ziman ew tevî hemû zextan dev ji axaftina bi zimanê xwe bernadin û bang kirin ku hemû kes bi zimanê xwe biaxivin. DÎMEN HEYE    *Rosa Park a ku bi têkoşîna li dijî nîjadperestiyê di dîrokê de navê xwe da nivîsandin 15 sal berê îro koça xwe ya dawî kir.    *Li Helebê KPCD dê li dijî neqebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî ya ENKS'ê daxuyaniyê bide (13.00)   *Li Hesekê, Kobanê, Qamişloyê Kongreya Star dê meşê li dar bixe. (13.00)   *Dê Saziya Malbatên Şehîdan li dijî neqebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî ya ENKS'ê daxuyaniyê li Hesekê bide. (10.00)   *Ew ê li Hesekê filîmê bi navê Rojava bê pêşkeşkirin. (16.00)