Kongreya 5'emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad bi dawî bû 2020-10-24 08:41:56   QAMIŞLO - Kongreya 5'emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad a do dest pê kiribû, bi hilbijartina hevserokan û meclisa nû ku ji 17 endaman pêk tê, bi dawî bû.   Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a ku do dest pê kiribû bi nîqaşan, pirsgirêkên ku di nava du salan de derketin û mekanîzmaya çareserkirina wê, her wiha li ser rêziknameya hundirîn a yekîtiyê û guhertna di bendên wê de, nîqaş ji aliyê endamên wê ve hatin kirin. Paşê têkildarî endamên Yekîtiya Ragihandina Azad hilbijartin hatin kirin û li ser wî esasî Endamên Yekîtiya Ragihandinê li Herêma Firatê Dilûcan Bozî û Lezgîn Mihemed, ji bajarê Tebqa yê Cîhan Îbrahîm û Mihemed Xelîl, Reqqa: Xalid Îbrahîm û Îliyas El-Ebo, Minbic Sîbîliya Îbrahîm û Zekereya Mihemed, Şehba, Efrîn û Heleb: Zeyneb Berekat Idrîs Henan hatin hilbijartin.   Her wiha yên Herêma Cizîrê jî Hevserokên berê Evîn Yûnis û Bengîn Sîdo dîsa hatin erkdarkirin. Endamê Meclisa Yekîtiyê jî Medya Xanim, Mizgîn Gorsê, Ciwan Mela Îbrahîm, Sultan Temo û Zîwer Şêxo hatin hilbijartin û meclisa nû hat avakirin. Piştre kongre bi dawî bû.