Gulîstanê 293 roj in winda ye: Ji bo îfadeyê ba xwişka wê kirin 2020-10-23 17:00:52   DÊRSIM -Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulîstan Doku ev 293 roj in agahî nayê girtin. Ji bo îfadeyê jî ba xwişka Gulîstanê, Aygul Doku hat kirin.    Hîn tu agahî ji  xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulîstan Doku nehatiye girtin. Ji bo îfadeyê ba xwişka Gulîstanê, Aygul Doku hat kirin. Bavê gumanbar Zaynal Abarakov ê polîs Engîn Yucel bi hinceta zirar daye malê wî derbarê Gulistanê de serîlêdana sûc kiribû. Ji ber vê hincetê bangî Gulistanê kirin.    Ji bo girtina îfadeyê Aygulê çû Muduriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Aygulê li ser hesabê xwe ya medyaya civakê ev gotn parve kir: "Engin em ê ji te re makîneyeke maltinê bikirin, ne pirsgirêk e. Lê belê tu yê çawa Gulîstanê bide me. Tu yê hem xwişka min bibe hem jî giliyê min bike. Te got qey ez ê bitirsim! Yên ji te û yên wekî te bitirse çepel in. Heta dawiyê Engîn heta dawiyê heta ew qotika bizîvire."