Karê îfadeyê yê 3 jê jin 21 kesî dest pê kir 2020-10-23 13:27:13   MEREŞ - Li Mereşê, karê îfadeyê yê 3 jê jin 21 kesî yên di encama biserdegirtinê de hatibûn binçavkirin, dest pê kir   Li navçeyên Cela, Nûrhaq û Afşînê yên Mereşê, polîsan di 21’ê Cotmehê de bi ser malan de girtibûn û 21 kes binçav kiribûn. Li gorî agahiyan dest bi îfadegirtina 21 kesên li Miduriyeta Bajêr tên girtin, hat kirin. Hat destnîşankirin ku 21 kesên di bin çavan de, bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade didin.    Ji 21 kesên hatibûn binçavkirin navê 12 kesan wiha ye: “Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Nûrhaqê Bahir Horoz, Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Volkan Dogan, Rêveberên HDP’ê yên Cela yên berê Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, endamê HDP’ê Mehmet Bîçer û Emre Genç, Bese Ûsta, Mûstafa Ozgur, Alî Demîr, Erdal Demîr, Fîdan Polat û Hatîce Taş.