Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad dest pê kir 2020-10-23 12:45:24   QAMIŞLO - Îro bi beşdarbûna sedan Rojnemevanan, Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kongreya xwe ya 5'emîn li li dar xist.    Îro bi beşdarbûna bi sedan rojnemevanên ajans, tv yên herêmî û cîhanî, rojname û radyoyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bi dehan kesayetên siyasetmedar, Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çakîyê ve ye", li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.    Hola Kongreyê bi wêneyên Rojnemevanên Ş.Dilovan Gever, Ş.Seed Ehmed, Ş.Mihemed Reşo û Ş.Welat Kirmencî ve hatin xemilandin.   Kongre bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê re dest pê kir. Paşê Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Bangîn Seydo axivî.    Bangîn wiha dest bi gotina xwe kir:"Hêza çepemeniyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe daye der  ji tevahî cîhanê bûye sembol û bi hêz û israra rojnemevanên ku bûne dengê heqîqetê dengekî pir mezin vedaye. 24 Rojnemevanên ku bûn dengê heqîqetê û di oxira wê de şehîd bûn, ew bûn bingehê Şoreşa Ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ezmûna ku îro rojnemevanên ku di nava şer û qeyranên ku li Rojhilata Navîn tê de derbas bûn, cihê rêzgirtinê ye. Me dikarîbû di van salan de mafê rojnemevanan biparêzin û pêvajoyeke ewqas giran derbas kirin."   Hevserokê Ofîsa Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amir Mûrad wiha axivî: "Saziyên çapemeniyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin li cîhanê dengekî pir berbiçav vedane. Em amadekariya zagonek ji bo çapemeniyê dikin ku tu hêz nikaribe mafê rojnemevanan binpêk bike. Pêwis te ku rojnemvanên me hîn bêtir li ser têkbirina terorê di rêya bernameyên cuda de bixebitin û hîn zêdetir rastiya şoreşê ji cîhanê re derbixin holê."   Piştî axaftinê sinevîzyonek derbarê kiryarên li dijî rojnemevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, hat pêşandin.    Paşê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûnis rapora salekê ya xebatên yekîtiyê xwend.    Kongre bi nîqaşan dewam dike.