4’emîn Konfransa Yekîtiya Rewşenbîran dest pê kir 2020-10-23 12:42:54   QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê 4'emîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Bi berxwedana ramyarî em ê şoreşa çandê bi ser bixin" li bajarê Qamişloyê dest pê kir.    Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê 4'emîn konfransa xwe bi dirûşmeya "Bi berxwedana ramyarî em ê şoreşa çandê bi ser bixin” li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna 100 degeleyan hat lidarxistin. Hola konferansê bi wêneyên pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Rewşenbîr bingeha tabloya bedewiyê ye" hatibû xemilandin.    Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê despêkir. Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Ibrahim bi xêrhatina hemû delegeyan kir û wiha got: "Di nava du salan de di hemû aliyan de gelek pêşketinên ber bi çav hatin avêtin û reng û dengê rewşenbîran îsal gelek ber bi çav bû. Armanca me li dar xistina vê konferansê ew e ku em li ser kurt û kêmaniyên xwe rawestin û pêngavên hîn xurtir bavêjin. Em bi hêvîne em ê ji vê konferansê encamên xurt bi dest bixin û asta têkoşînê billindtir bikin."   'Ev Konferans rengê berxwedanê ye'   Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger jî konferansa 4'emîn a rewşenbîran pîroz kir û wiha axivî: "Divê demê hesas de konferansek wiha cihê şanaziyê ye. Em îro weke civaka kurd bi îrade û hebûna xwe, xwe bi rêve dibin. Em li dijî hemû êrîş û hovitiya dijminan weke civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyanin û em ê li hember hemû kedxweriyê û dagirkeriyê helwestê xwe ya berxwedanê bibin nîşandan. Îro ev konferans rengê berxwedana me nîşan dide. Gel çanda xwe bi ziman û nasnameya xwe dide diyar kirin. Em li dijî hemû cureyên êrîşan berxwedana xwe didin meşandin. Em weke gel careke din li vê derê didin nîşandan ku em li ser fikrekê pîroz dimeşin. Rol û misyona ku dikeve li ser rewşenbîran helbet di têkoşîna azadiyê de ji bo gelan gelek pîroz e, ji ber ku yê ku bihêle ev dîrok mayinde bibe rewşenbîrin. Têkoşîna ku em îro didin meşandin temsîla rola jiyana hevbeş esas digire."   Piştî axaftina Zelalê, li ser navê Desteya Çand û Hunerê Efaf Heskê axivî û got: "Li dijî hemû êrîş û pilanên dewleta tirk ku li ser me dide meşandin pêwîste em hîn bêhtir bi hemû awayan li ber xwe bidin. em îro bi pênûsa xwe eynika civake ne, rewşenbîr bi hemû  çalakiyan bersiva dijmin dide û tekoşînê didin meşandin. Di şoreşa Rojava de rewşenbîrên me di nivîsa çîrok û çapkirina wê xwe isbat kirin, em ê ji bo parastina şoreşa çandê hertim di nava çalakiyan de bin."   Piştre sinevîzyonek li ser kar û xebatê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya du salan hat pêşkêşkirin.   Konferans bi xwendina rapora du salan û nirxandina li ser raporê dewam dike.