‘HDP dê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bike’ 2020-10-23 12:35:32   AMED - Parlementerên HDP’ê bertek nîşanê serdegirtinên bi ser rêxistina partiya wan de hatin kirin dan û gotin ku HDP bi erîşan naqede û dê têkoşina xwe mezintir bike.   Duh polîsan li Amedê bi ser rêxistina navçeya Yenişehirê û ya bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gırtin û di çarçoveya lepirsîna ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat destpêkirin li avahiyan legerin hat kirin. Di encama serdegirtinê de û lêgerîneke dirêj Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Amedê û navçeya Yenîşehirê hatin binçvkirin. Parlementerên HDP’ê bertek nîşanî serdegirtinan.   ‘Nikarin HDP’e krîmînalîze bikin’   Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî diyar kir ku zextên li ser HDP’ê berdewamiya operasyonên sîyasî ne û got: “Serdegirtin di serî de tên pilankirin û piştre tên kirin.  Ev serdegirtina ku duh pêk hat, komploya li ser HDP’ê careke din li pêş çavan radixe. Rêbazên ku berê ceribandin û bi ser neketin îro dîsa kirin dewrê. Bİ provakasyon, komplo û operasyonan dixwazin desthîlatdariya xwe  li ser piyan bihêlin. Lê divê vê baş bizanibin ku bi êrîşan nilkarin HDP’ê krîînalîze bikin. Wekî ku çawa senaryoya li ber HDP’ê ya malbatên bi zoarê didin rawestandin bi ser neket wê di van êrîşan de jî bi ser nekevin.”   ‘Binçavkirna Hevserokan ne tesadüf e’   Pero dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina hevserokên rêxistinên navçe û bajêr û wiha axivî: “Binçavkirina hevserokan jî berdewamiya komplo û provokasyonan e. Ji bo binçavkirinan kovar û rojnameyên çapemeniya azad jî kirin hincet. Bİ van êrîşan dixwazin sîyaseta demokratîk tüne bikin. Lê gele Amedê xwedî li vîna xwe derdikeve.”   ‘Bİryarek sîyasî ye’   Parlementera HDP’ê ya  Êlîhê Feleknas Uca got ku serdegritin ne tişteki nû ye ü wiha berdewam kir: “ Armanca bi êrîşan tunekirina kurdan hefef dikin. Di vê pêvajoyê de zext li ser Amedê zêdetir bûn.  Êrîşek topyekûn a li ser hemû rêxistinên kurdan heye. Bi van êrîşan dixwazin di warê siyasî de kurdan qir bikin. Em dizanin ku ev serdegirtin ji navenda Enqereyê tên organîzekirin û biryararek siyasi ye. Dİxwazin deng û vîna gelê me qût bikin. Gelê kurd 8’emîn Salvegera Damezirandina HDP’ê bi coşek mezin pêşwazî kiribû. Tehamûla wan ji vê pîrozkirin û serkeftinê RE tune bû. Lewra  operasyonek sîyasî pêk anîn.”   ‘HDP dê têkoşîna xwe mezin bike’   Feleknasê diyar kir ku dıxwazin li Amedê qirkirina siyasî berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Lê ew qirkirin ne tenê li ser HDP’ê tên meşandin li ser tevahiya Gelê Kurd tên meşandin. Dİvê li hemberê van êrîşan em bibin yek deng û sekna xwe bidin nîşandan. Wekî tê zanîn em tola xwe bi HDP’ê digirin. Ji ber ku HDP hêviya gelan e.  Tevî hemû êrîşên li ser partiya me me meşa xwe ya azdiyê meşand. Ji ber vê ji HDP’ê ditirsin û dixwazin HDP’ê tune bikin.  Heke îro hevserokên me bigirin jî nikarin îradeya 6 mîlyon kurdan desteser bikin. Têkoşîna azadiyê wê bidome.”   ‘Êrîş acizî û neçariya wan e”   Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag jî axivî û diyar kir ku daxwaza pasîvîzekirina HDP’ê hewldanek vala ye û wiha got: “ Herî dawî li Amedê operasyonek pêk hat. Ew êriş nîşaneya neçariya desthîlatdarê ye. Desteserkirina qutiya gelaşê, gêzî, flame û alên HDP’ê ku wekî delîl hat nişandan, acizbûna wan nîşan dide. Hemû kes dizane ku êrîşên li ser HDP’ê ji ber xwedîderketina gel a li HDP’ê tehemûl nakin. HDP’ê gelek bedelên mezin daye û bûye hêza têkoşîna jinê. HDP têkoşîna gelên hevpar e. Desthîlatdar çiqas êrîş bike jî nikare HDP’ê bêdeng bike.”