'Armanca êrîşan ew e ku yekîtiya gelan pêk neyê' 2020-10-23 09:03:34   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Hevseroka Encumana Civaka Ermenî Erîf Nêrsis anî ziman ku dewleta tirk bi şandina komên ji bo Azerbeycanê dixwaze komkujiyên ku di dîrokê de pêk anîbû careke din dubare bike û wiha got: "Dewleta tirk ji bo ku dîroka Osmaniyan nûjen bike di hemû waran de êrîş, dagirkerî, qirkirin û talaniyê dewam dike."   Ermenistanê di 27'ê Îlona 2020'an de ragihand ku Azerbeycanê dest bi êrişên li ser herêma Qerebaxê kiriye. Dewleta tirk li pêş çavên cîhanê komên girêdayî xwe şand Azerbeycanê. Têkildarî mijarê Hevseroka Encumana Civakî ya Ermeniyan a bajarê Hesekê Erîf Nêrsis kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar kir.   'Komkujiya Sêfo û Sîmêl nayê ji bîrkirin'   Erîfê da zanîn ku ji dîrokê ve dewleta tirk komkujîyê di derheqê gelê ermen û aşûrî de pêk aniye û wiha domand: "Dewleta tirk li dijî pêkhateyên herêmê ji bo berjewendiyên xwe êrîşî hemû pêkhateyan dike da ku desthilatdariya xwe ya Osmaniyan careke din zindî bike. Dewleta tirk ji dîrokê ve di derheqê ermeniyan û aşûriyan de komkujî pêk aniye mînaka wê jî komkujiya Sêfo û Sîmêl ku tucarî gelê aşûr û ermen ji bîra nake."   'Armanca êrîşan ew e ku yekîtiya gelan pêk neyê'   Erîfê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Dewleta tirk tu caran êrîşên xwe li dijî gelê Rojhilata Navîn ranewestandiye û heta roja îro jî êrîşên wan berdewam e. Di sala 2019'an de bi êrîşeke hovane êrîşî bajarê Serêkanî û Girê Spî kir û di encamê de bi hezaran mirov koçber bûn û hatin qetilkirin. Armanca van êrîşan ew e ku yekîtiya gelan pêk neyê. Ji ber herkes dizane li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn. Dewleta tirk jî ji bo yekîtiya gelan pêk neyê û hebûna pêkhateyan dernekeve pêş ne dibêje jin û ne jî dibêje zarok hemû kesan hedef digire û êrîş dike. Herî dawî jî rûyê wê yê eşkere derket holê û di êrîşên Ermenîstan û Azerbeycanê de rola xwe ya desthilatdariyê dileyîze. Ji bo ku dîroka Osmaniyan nûjen bike di hemû waran de dewleta tirk êrîş, dagirkerî, qirkirin û talaniyê dewam dike.   'Divê hemû pêkhate li hember kiryarên wiha şiyar bin'   Erîfê herî dawî banga aşitiyê kir û wiha bi dawî kir: "Erdogan destwerdana li şerê Sûriyeyê kir û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir û herî dawî dest bi şerê Lîbyayê kir. Dewleta tirk artêş û çeteyên xwe beşdarî şerên hemû dewletan dike. Di roja îro de li ber çavên hemû cîhanê çeteyên xwe dişîne Azerbeycanê da ku êrîşî Ermenîstanê bike. Pêwist e gel li hember kiryarên wiha şiyar bin. Dewletên desthilatdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe nakokiyan di navbera pêkhateyan de derdixînin da ku hevdû qetil bikin. Em aşityê dixwazin, em komkujî û şer naxwazin."