ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'Î 2020-10-23 09:00:00   *Jinên ji Kobanê bal kişandin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi vê yekê girêdayî bihabûna pêdiviyên jiyanî. Jinan diyar kirin ku şer û alozî dibe sedem ku debara jiyanê zehmet bibe û wiha gotin:"Bi bihabûna tiştan re gel zehmetiyan dikşîne, pêwîste tişt erzan bibin da ku gel pêdiviyên xwe pêk bînin. Em dixwazin şer û alozî bi dawî bibe da ku debara jiyanê zehmetir nebe." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Encumana Civaka Ermenî Erîf Nêrsis anî ziman ku dewleta tirk bi şandina komên ji bo Azerbeycanê dixwaze komkujiyên ku di dîrokê de pêk anîbû careke din dubare bike û wiha got: "Dewleta tirk ji bo ku dîroka Osmaniyan nûjen bike di hemû waran de êrîş, dagirkerî, qirkirin û talaniyê dewam dike." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Zînet Hesen bal kişand ser fikir û felsefeya jiyanê ya Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Rêber Apo ronahî û şewqa azadiyê da jiyana me. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me wateya jiyanê hîs kir. Em her deyindarî Rêberê xwe ne." DÎMEN HEYE   *Rojnemevan Ezra El-Seido têkildarî pêvajoya jiyana xwe ya çar salan a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û pêkanîna xeyalên xwe yên qada rojnamegeriya azad anî ziman ku xeyalên wê ew bû ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bibe û di qada rojnamegeriyê de xwe pêş bixe û wiha got: "Ez û malbata xwe di pêvajoyeke herî zehmet re derbas bûn, lê ruxmî wê jî dîsa me zilma DAIŞ'ê ya li ser xwe qebûl nekir û li dijî DAÎŞ'ê me li berxwe da. Ji bo ez xeyalên xwe yên rojnamegeriyê pêk bînim min têkoşîneke mezin kir. " DÎMEN HEYE   *Li geliyê Ava Spî ji ber ku  zivistan dijwar derbas dibe, jin ji niha ve amadekariyê dikin. Jinên ku amadekariya zivistanê dikin,  qirş û qalên kom dikin ji bo zivistanê hiltînin. DÎMEN HEYE   *Jinan tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Di şexsê Abdullah Ocalan de Gelê Kurd tê tecrîdkirin.  Abdullah Ocalan tova aştî, yekîtî û wekheviyê avêtiye û em ê vê tecrîdê bişkînin.” BÎ DÎMEN    *Malbata Fatma Sevmiş a ku ne baş bû û rakirin nexweşxnayê û piştî wê dîsa şandin girtîgehê bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku Fatma bê berdan. BÎ DÎMEN    *Piştî ku havîn diqede jin tiriyê ku ji rezan kom dikin, jê dims, bastîq û beniyan çêdikin.  Li herêma Kaniya Reş a Şirnexê jinên ku tirî kom dikin û dikin dims diyar kirin ku ji bo çêkirina dimsê kedeke mezin divê, lê ew li hev kom dibin û bi karbeşiya ku dikin karê xwe hêsan dikin.  BI DÎMEN