‘Em ji bo Melekê di îsyanê de ne’ 2020-10-22 19:06:33   AMED -  Jinan bi pêşengiya DAKP’ê ji bo Melek Arslan a ku duh li Kolana Hunerê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de polîtîkayên dewletê yên ku dibe sedema kuştina jinê hat şermezarkirin. Jinan destnîşan kirin ku dê her tim li qadan li dijî kuştina jinan têbikoşîn.    Melek Arslan (24) duh li Kolana Hunerê ya semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. Bi pêşengitiya Platforma Jinê ya Dîcle Amed  (DAKP) jinan ji bo Melekê li cihê ku Melek hatibû qetîlkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Sosyalîst ên Bindest(ESP, endamên Komeleya Jinan a Rosa, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û CHP tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Li dijî qirkirina jinê; ne şîn, di îsyanê de ne” vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Em ji bo Melekê di îsyanê de ne”, “ Kuştina jinan polîtîk e” û “Jin Jiyan Azadî” wergirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) Nîhal Yanik ve hat xwendin.   Nîhal destnîşan kir ku berpirsyara qetîlkirina Melekê ne tenê birayê wê ye û wiha got. “Sedema kuştina jinan a herî mezin polîtîkayên dewletê ya 20 sala ne. Bê cezamayina kiryaran pêşiya kuştina jinan vedike. Melek Arslan berê mehekê serî li emniyetê dabû lê gefên li ser neqediyabû. Tevî van yekan birayê Melek ji Semsûrê hat û li Amedê Melek qetîl kir.”   ‘Em tên kuştin ji ber ku dewlet kujeran diparêze’   Nîhal da zanîn ku jin her roj tên qetîl kirin lê kujer bê ceza dimînin û ev tişt got: “Ji bo ku dewlet pêşî li ber kuştina jinan nagire û li şuna wê bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê diafirîne û kujeran diparêze, her ku diçe kuştina jinan jî zêde dibe. Em tên kuştin, ji ber ku jin di sêgoşe ya malbat, dewlet û mêran de hatiye dorpêç kirin. Bi wî awayî jin hertim bi gef û tundiyê re rûbirû dimînin. Lê em polîtîkayên dewletê yên li dijî jinê napêjirînin û heta qirkirina jinan biqede em ê têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştînê li dar xistin û di çalakiyê de dirûşmên wekî “Em jin natirsin, hesab dipirsin” û “Bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” berz kirin.