Agir bi daristana Elkê ket 2020-10-22 16:24:37   ŞIRNEX - Li baregeha leşkerî ya li herêma Elkê ji ber gulebarana leşkeran agir bi daristanê ket.    Li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê şewatên daristanan didomin. Vê carê jî agahiya şewatê ji gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê hat. Hat zanîn ku ji baregeha leşkerî ya Kalecikê ya li gundê Setkarê piştî derdor hatiye gulebarankirin, agir bi daristanê ketiye. Hat zanîn ku şewat didome û xebata mudaxaleya şewatê jî tê astengkirin.