Şandeya jinan a Êzidî bi fermandariya Heşd-î Şabî re hevdîtin pêk anîn 2020-10-22 14:59:28   BEXDA - Şandeya jinan a Êzidî li Bexdayê hevdîtinên xwe didomînin û îro çûn serdana fermandariya giştî ya Hêzên Heşd-î Şabî. Di hevdîtên de daxwazên xwe anîn ziman û gotin bi tu awayî biryara ku hatî dayîn nayê qebûlkirin.   Piştî hevpeyman di navbera Bexda û Hewlê de civaka Êzidî ketin nava hewldanan û xwestin biryara ku hatî dayîn bê betalkirin. Têkildarê mijarê ji hêla jinan ve Şandeya Jinan a Êzidî hat avakirin. Şandeyek li Silemaniyê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û şandeya din jî li Bexdayê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk tîne. Şandeya Jinan a Êzidî li Bexdayê îro çûn serdana fermandariya giştî ya Hêzên Heşd-î Şabî. Şande ji aliye fermandarê giştî ya Heşd-î Şabî Ebu Fedek ve hat peşwazî kirin.   Di hevdîtinê de şande ser 3 mijaran rawestiyan û gotin: "Mijara yekem; jin û zarokên di destê DAÎŞ de û her wiha yên ku hêj aqûbeta wan nayên zanîn. Em dixwazin hûn di vî alî de helwesta xwe nîşan bidin û kesen ku bûne sedem bên darizandin. Mijara duyem jî esas girtina vîna malbatên şehidan ên ku ku di rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane. Divê di biryaran de vîna wan malbatan esas bên girtin. Mijara seyêm jî hevpeymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî îmzekirin. Pewîst dike ku kesên li ser vê axê bedel dane nêrînên van jî bihata girtin. Kesên ku me bi qirkirinê re rûbirû hiştine bi tu awayî qebûl nakin û em naxwazin carek din bên ser axa me. Ev 6 sal in me Şengal parastiye û em dikarin ji vir şûnde jî Şengal û civaka xwe biparezin.”   Fermandarê giştî ya Heşd-î Şabî Ebu Fedek jî di hevdîtinê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo vîna Şengalê bê naskirin çi ji wan te xwestin dê bikin. Kesên ku civaka êzidî bi qirkirinê re rûbirû hiştine tu mafe wan nîne ku bîryarek li ser Şengalê bigirin. Êzidî edî naxwazin hezên ku dev jî wan berdane carek din vegerin ser axa wan. Em piştgiriyê didin helwesta civaka êzidî"