Derbarê hevserokên Yenîşehîrê de biryara binçavkirinê 2020-10-22 14:24:36   AMED - Bi ser rêxistinên navçe û bajêr ên HDP'ê yên li Amedê de hat girtin. Hat hînbûn ku derbarê Hevserokên bi navê Remziye Sizici û Kasim Kaya de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Hevserok niha li rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê tên girtin.    Polîsan bi ser rêxistinên navçe û bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li Amedê de hat girtin. Di biserdegirtina ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin de li her du avahiyan lêgerîn didome. Nehat hînbûn ku hinceta biserdegirtinê çi ye. Hat hînbûn ku derbarê Hevserokên bi navê Remziye Sizici û Kasim Kaya de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Hevserok niha li rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê tên girtin.    Lêgerîna li avahiyên navçe û bajêr dewam dike.