Doza 18 kesên HDP'yî hat taloqkirin 2020-10-22 14:12:12   ŞIRNEX - Danişîna duyem a hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û 20 kesên din ên HDP'yî îro hat dîtin û doz teloqî 17'ê kanûnê hat kirin.    Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiya Şirneyê Guler Tunç û 30 kesên HDP'yî de bi hinceta "Li dijî qanûna civîn û meşê" tevgeriyane doz hatibû vekirin îro danişîna 2'emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Eslî ya 3'yemîn a Silopiyê hat dîtin.    Rêxistina HDP'ê ya Silopiyê di 16'ê gulana 2019'an de ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin xwestin daxuyaniyê bidin. Lê daxuyanî hat astengkirin û polîsan êrîşê girseyê kiribû. Bi hinceta "Li dijî qanûna civîn û meşê" tevgeriyane doz li wan hatibû vekirin, îro 2'emîn rûniştina dozê pêk hat.    Di danişînê de parêzeran parastina muvekîlên xwe kirin û daxwaza bereatê kirin.    Heyeta dadgehê doz taloqê 17'ê kanûnê kir.