Desteya Jinê serdana Kampa Serêkaniyê kir 2020-10-22 12:16:02   HESEKÊ - Bi armanca şopandina rewşa jin û zarokên koçber ên Serêkaniyê şandeyek ji Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Kampa Serêkaniyê kirin.   Di 9’ Cotmehê de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan a Kampa Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê ava kir. Îro bi armanca şopandina rewşa jin û zarokên koçber ên Serêkaniyê şandeyek ji  Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kampê kirin. Şandeya ku ji 6 kesan  pêk tê Cîhan Xidro, Cîgera Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Ibrahîm, Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebd-El Lah, Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan, Berdevka Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê, Fatmê Ibrahîm û Endama Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê Ebîr Osîb, serdana Kampa Serêkaniyê kirin.   Di destpêkê de şandeyê serdana Meclîsa Kampa Serêkaniyê kir, paşê di nava kampa Serêkaniyê de geriyan û rewşa jinan şopandin. Cîgîra Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Ibrahîm teqez kir ku şopandina rewşa jin û zarokên koçber,  xwedîderketina li wan erkekî exlaqî ye û wiha domand: ”Di salvgera êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de me dest bi hemleya şopandina rewşa jinên koçber kir.  Beriya em werin kampa Serêkaniyê me serdana kampa Til El- Seminê kir. Li gorî şopandina kampa Serêkaniyê rewşa wê ji tevahî kampên dîtir baştir e.  Îro di tevahî kampan de jin berxwedanek bê hempa didin meşandin û bi israra vegera Serêkaniyê tev digerin.”   Rûken di dawiya axaftina xwe de spasiya Meclîsa Kantona Hesekê kir û got: ”Me li pirsgirêkê jinan guhdar kir em ê jî li gorî derfetên xwe pirsgirêkê wan çareser bikin .”   Jinên kampa Serêkaniyê êş, zehmetî û pirsgirêkên dibînin bi şandeya Desteya Jinê re parve kir.