'Biryara hatiye dayin bêyî îradeya gelê Şengalê ye' 2020-10-22 09:13:40   SILÊMANİ - Endama TAJÊ Neam Elyas ku di şandeya li Silêmanî dest bi hevdîtinên têkildarî biryara hevpeymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê kiribû got:" Biryara hatiye dayin bêyî îradeya gel e, bi hezaran jin, xort, kalemêrên me winda ne. Tê xwestin ku dîsa jenosîdeke nû bê kirin. DAÎŞ bi ser neket. Lê niha dixwazin heman tiştî bînin serê me."   Nerazîbûnên li hemberî hevpeymana di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de didomin. Sazî, dezgeh û rêxistinên Êzidiyan biryara ku hatî dayîn bi çalakî, daxuyanî û hevdîtinan rexne dikin û banga betalkirina peymanê dikin. Derbarê mijarê de ji hêla jinên Êzidî ve şandeyek hat avakirin. Di şandeyê de Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê û berdevka şandeyê Rîhan Hiço, nûnera Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Dexlî, nûnerên TAJÊ Sebîhe Sebrî û endama rêveberiya TAJÊ Neam Elyas cih digirin.    Şandeyê do li Silêmaniyê dest bi rêzehevdîtinan kir û çû serdana Tevgera Goran û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK). Şandeya jinan ji aliyê endama Civata Giştî ya Goran Bijîşk Rêzan Herdî û jinên Tevgera Goran ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê li gel Tevgera Goran li ser rewşa Şengalê civînek li dar xistin. Têkildarî mijarê Endama TAJÊ û ji Şandeya Jinên Êzidî Neam Elyas nirxandin kir.    'Peyman bêyî îradeya gelê Şengalê ye'   Ji Tevgera Jinên Êzidî Neam Elyas da zanîn ku ew dixwazin dengê jinên Êzidî li her derê bê bihîstin û wiha got:"Me wekî jinên Êzidî gelekî zehmetî dîtin. Me wekî şandeyeke Jinên Êzidî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Me xwest em bêjin ev biryara ji aliyê Hukumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li ser Şengalê hatiye dayin bêyî îradeya gelê Şengalê ye û em qebûl nakin. Me baş pêşwazî kirin û gotin hûn mafdar in. Şengal ji jenosîdekê derbas bûye. Bi hezaran dayik û keçên me li bazaran hatin firotin. Bi hezaran jin, xort, kalemêrên me winda ne. Tê xwestin dîsa jenosîdeke nû bê kirin. DAÎŞ bi ser neket. Lê niha dixwazin heman tiştî bînin serê me."   'Em piştgiriya mirovatiyê dikin'   Neamê da zanîn ku divê ev biryara li dijî îradeya jinê û gelê Şengalê neyê qebûlkirin û wiha dewam kir:"Em wekî şandeyê piştgiriya mirovatiyê dikin. Em ê nahêlin destên me dîsa bikin zincîran, çarşefa reş li me bikin, me li sûkê bifiroşin û me bikin kole. Ev planeke qirêj a siyasî ye. Me li Sûûdiya Erebîstanê, Xelîç, Efganîstanê bi pakêteke cixare firotin. Weke jin em qebûl nakin ku careke din ev tiş bi serê me de biqewime. Em ê wekî jin, dayik li ser xwe bisekinin û nehêlin careke din ev yek dubare bibe."   'Emerîka û Tirkiye şirîkê peymanê ne'   Neamê bang li rêxistinên jinan kir ku piştgiriyê bidin wan û wiha bi dawî kir:"Em dixwazin hemû rêxistinên jinan piştgiriyê bidin me ku komployeke din li ser Şengalê çênebe. Ger Şengal biçe ew ê Başûrê Kurdistanê jî biçe. Balafirên dewleta tirk ji ser serê me her roj derbas dibin û zarokên me nikarin derkevin derve. Emerîka, Tirkiye jî hevalên vê biryarê ne û tê xwestin Şengal teslîmî Tirkiyeyê bê kirin. Lê em naxwazin careke din zarokê me ji ber dawa diya xwe bên kirin û serê me bê jêkirin. Bi sedan şehîdên me hene ku di şerê DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane. Gelek jî bi balafirên dewleta tirk şehîd ketine. Hêzên navneteweyî çima li ser vê yekê nasekinin? Em fermaneke din li ser xwe qebûl nakin. Em wekî jin li hêviya biryara mêran namînin. Lazim e jin hemû bibin yek."