'Rejîma Sûriyeyê barê me giran dike' 2020-10-22 09:03:55   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Merca Xidir ku ji gundê Eboş ê navçeya Til Temirê ye, derbarê hebûna Hêzên Rêjîma Sûrîyeyê ya li gundê xwe da zanîn ku rejîmê dest daye ser malên wan û wiha got:"Rejîma Sûriyeyê ji dewleta tirk a dagirker bêtir barê me giran kiriye. Berî welatê me bê dagirkirin jiyaneke aram hebû lê niha rejîmê û dewleta tirk tu aramî nehiştine."   Li Gundê Eboş ê Til Temirê ku leşkerên Rejîma Sûriyeyê lê dimîne her ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin. Merca Xidir a 60 salî ye da zanîn ku hem rejîm hem dewleta tir rehetiyê nade wan û ew di bin şerdên dijwar de jiyana xwe dewam dikin.    'Berî 9'ê Cotmeha 2019'an me bê pirsgirêk jiyan dewam dikir'    Mercayê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku ew beriya şerê 9'ê cotmehê jiyanek herî xweş dijiyan û wiha got: "Berî dagirkeriyê em di jiyaneke herî xweş bê pirsgirêk û tirs de bûn. Lê dema dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşên ku li dijî Serêkaniyê kir û piştre nêzî gundê me bûn, em neçar man ku ji ber topbarana wan jî koçî gelek gundan û Çiyayê Kizwanan bikin."   'Me nizanî bû ku wê Rêjîm barê me girantir bike'   Mercayê têkildarî mayina leşkerên Rejîma Sûriyeyê ya li gundê wan wiha got:"Dema ku Rêjîma Sûrîyeyê hat, em kêfxweş bûn, me got a niha dewleta tirk û çeteyên wê nikarin gavekê li hember me bavêjin, her wiha axa ku dagir kirine jî wê jê derkevin. Me bi tilîlî û belavkirina şêranî  û birincê pêşwaziya wan kir. Lê me nizanîbû ku wê Rêjîm barê me girantir bike."   'Rêjîmê dest danîne ser malên me'   Mercayê da xuyakirin ku ew demeke baş li Çiyayê Kizwanan man û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji neçarî em li Çiyayê Kizwanan man ku em xwe biparêzin. Lê di wê dema ku em hatin Çiyayê Kizwanan de Rêjîmê dest danî ser malên me, her tişt talan kirin û niha jî ji malên me dernakevin. Em jî li cem xwedîxêrekî li gund in, lê heya kengî?"   'Leşkerên Rejîma Sûriyeyê di malên me de bi cih bûne'   Mercayê gazincên xwe yên ji Rejimê re wiha anî ser ziman :"Min gelek carî ji leşker û payebilindên Rêjîmê re got ku bila ji mala me derkevin da ku em vegerin mala xwe, ji ber ku êşa koçberiyê em kuştine. Lê mixabin hemî daxwazênn me guhdar nekirin û vala derxistin. Rêjîma Sûriyeyê hatiye parastina çi bike? Eger hatibana parastina me kiribana wê ji malên me derketibana û bihiştana em vegerin malên xwe. Dewleteke ewqasî mezin e ma nikare çend odeyên amade ji leşkerên xwe re ava bike?"   'Dewleta tirk û Rêjîma Sûrîyeyê wekî hev in'   Mercayê anî ziman ku ferq û cudahî di navbera hêzên li herêmê de nîne û wiha dom kir: "Çawa dewleta tirk mal û milkên sivîlan talan dike di heman wextê de Rêjîma Sûrîyeyê  jî wiha ye. Tu ferq û cudahî di navbera wan de nîne. Sîvîl tu sûdê ji wan nagirin."   'Leşkeren rejîmê me naparêzin'   Mercayê bal kişans ser alên Rêjîmê û wiha pê de çû: "Rêjîma Sûrîyeyê û Rûsya tenê bi alên xwe dibêjin va em hene, yan wekî din ku ji sivîlan bipirsin ka derd û daxwazê we çi ye tune ye. Leşkerên Rêjîmê eşkere dibêjin em ji malên we dernakevin. Dema êrîşek jî çêdibe, me naparêzin."   'Bila leşkerên rejîmê ji malên me derkevin'   Mercayê di dawiya gotina xwe de daxwaz kir ku leşkerên rejîmê ji malên wan derkevin û got:"Her ku diçin cem payebilindên rejîmê em vala vedigerin û gelek hincetan radixînin pêş çavan. Bila leşkerên rejîmê ji malên me derkevin. Ew me naparêzin û tenê zirarê didin me."